Şehîd Kerûb Ezîz Huseyn Feqiyanî di 1ê hezîrana 1963an de li gundê Feqiyanî ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê du kuran bûye, derçûyê qonaxa navendî bûye. Di 13ê gulana 1983an de Şehîd hatiye kirin.
Di Sala 1981 de peywendî bi Partiya Sosyalîst kiriye û di Sala 1982 de li herêma 12 a Henderênê bûye Pêşmerge. Beşdarî çendîn şerên dijî Artêşa Iraqê û hêzên kirêgirtî yên hikûmeta Beis kiriye, di Sala 1983 de beşdarî şerê gundê Feqiyanî yê dijî êrîşa Artêşa Iraqê kiriye, di 13ê gulana 1983an de li gundê Binmêrdê yê ser bi qezaya Rewandizê ji aliyê hêzên Yekîtiyê ve bi dîl tê girtin û li gundê Alanê yê ser bi nahiyeya Xelîfanê gulebaran tê kirin. Termê wî tînin bajarê Rewandizê û li goristana Gerde Derdê bi xakê dispêrin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




