Keko Husên Xan Mîr Ebdulla, naskirî bi Keko Kelokî, sala 1925 li gundê Kelok, nahiyeya Pîran, ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Piştî vegerê ji Yekîtiya Sovyetê li gundê Kelok ser bi devera Barzan niştecî bû, piştî damezrandina wî li fermangeha çandiniyê ya Silêmaniyê li wê bajêrê niştecî bûye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyî Îranê dibe û li bajarê Meşhedê niştecî dibe, sala 1997 vedigere Kurdistanê û li qezaya Soran niştecî dibe. Di 30ê gulana 2005an de li qezaya Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê bi sedema nexweşiyê koça dawî kiriye.
Xebatname11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî neskoya şoreşa duyem a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de û ligel kurê Ehmed Yûsif Ebdulrehman berevanî li Komarê kiriye. Beşdarî di çendîn destanan de kiriye li sînorê Seqiz û Mergewer û Tergewer.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên berevaniyê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye heta di dîroka 19ê nîsana 1947an de li ser sînorê Îran-Îraqê xwe radest nekiriye û ligel jênêral Mistefa Barzanî bûye. Jênêral Mistefa Barzanî di dîroka 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur (Kotol) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma Keko Kelokî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Keko Kelokî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Ligel destpêka Şoreşa mezin a Eylûlê vedigere gundê Kelok ser bi devera Barzan û dûbare dibe Pêşmerge ligel Elî Şeban fermandeyê hêza Bêtwate li sînorê Xoşnawetî û Bêtwên (1963-1970). Sala 1970 di dema rêkevtinnameya adara sala 1970 û pêkanîna Heres Hedûd li sînorê Balîsan ku fermande Elî Şeban fermandeyê fewc bûye û ew jî ligel wî de dibe û heta sala 1975.
Çavkanî:1- Hevpeyvîn ligel xanedana wî, ji aliyê Sefer Jawkî, qezaya Soran, meha gulana 2025an.
2- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





