Hîwa Mihemed-Elî Fettah Mistefa bi navê Doktor Hîwa tê naskirin, di sala 1964an de li nahiya Biyareyê ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê Biyareyê bûye û derçûyê qonaxa navendî bûye.
Di sala 1984an de di batalyona Hoşmendê Yar-Ehmed a ser bi Hêza Zmnako ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi fermandariya 'Erîf 'Abid bûye Pêşmerge, di sala 1991ê de di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê û azadkirina devera Hewraman, Deşta Şarezûr, bajarê Helebceyê, qezaya Derbendîxan, nahiya 'Erbet, bajarê Silêmaniyê, bajarê Kerkûkê beşdarî kiriye.
Di sala 1991ê de di girtina serbazgeha Xalid a li bajarê Kerkûkê de, piştî ketina nava serbazgehê dikevin kemîna artêşa rejîma Be's, Hîwa Mihemed-Elî û şeş ji hevsengerên wî şehîd bûne û termên wan jî mane, hevsengerên şehîd ev bûn: Mlazim Cwamêr, Wehab Elî Rehman, Serdar Mihemed ku bi Serdar Belxeyî tê naskirin, şehîd Wirya, şehîd 'Abid, yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





