Jînenîgarî

Huseyn Mihemed Ewla Qadir di sala 1940an li gundê Spîgireyê ya ser bi nahiya Hîranê ji dayik bûye, pîşekar bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye. Xêzana wî navê wê Nezîre Mihemed bûye û tenê keçeke wî hebûye bi navê Şermîn. Di sala 1965an de di dema encamdana çalakiyeke partîzanî li bajarê Şeqlaweyê Şehîd tê kirin.

Xebatname

Di dawiya sala 1959an de bi zorê hatiye revandin bo serbaziyê û bûye serbaz di artêşa Îraqê de, di sala 1961ê de ji serbaziyê direve û peywendî bi Hêzên Pêşmerge re dike.

Bi rêya Ezîz Derbendî, Mihemed Elî Omer peywendî bi Hêzên Sefînê ya ser bi navçeya Şeqlaweyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike. Bi sedema çalakbûnê zû navê wî wek qehremanek digihîje emniya rejîma Be'sê.

Di sala 1965an de ligel du hevsengerên xwe bi navên Westa Sdiq, Birayme Xire tên nav bajarokê Şeqlaweyê ji bo çalakiyekê, lê eşkere dibin, li beramberî dêra Şeqlaweyê dikevin kemîna dijmin û navborî birîndar dibe û bi birîndarî dikeve destê dijmin, yekem car bi fîşekan Şehîd dikin û piştre termê wî bi debabeyê radikêşin, heta beramberî binkeya polîsên Şeqlaweyê û li wir termê wî dihêlin, piştre şaredariya Şeqlaweyê termê wî dibin û heta niha jî gora wî ne diyar e.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.