Jînenîgarî

Hişyar Kemal Resûl Mihemed di sala 1962an de li gundê Çinêran a ser bi şaredêya Hîran ji dayik bûye, asta xwendevarî seretayî bûye, gundnişîn bûye û mijûlî cotyariyê bûye, navbirî du birayên din şehîd in bi navên Serbest Kemal, Salar Kemal. Dayika wî bi navê Xanzad Sabîr bûye û şeş birayên wî hebûne bi navên Newzad, Nizar, Star, Serbest, Sebah, Salar û tenê xwişkekî wî hebûye bi navê Sumeye Kemal.

Xebatname

Hişyar Kemal di temenê lawitiyê de peywendî bi rêkxistinên Partiyê kiriye ku hatûçûya gundê wan dikirin, heta sala 1983an dema mefrezeyekî Westa Yûnis diçe gundê wan ku diçin ew jî ligel wan diçe û ji wê rojê ve peywendî bi Hêzên Pêşmerge dike.

Her di destpêka peywendîkirina xwe de dibe cihê baweriya fermandeyan, her zû tê kirin berpirsiyarê mefrezeyekî çend kesî ku bi Melazim hatiye bangkirin, ev mefrezeye bandora wê ya temam li devera xwe dibe û zêde çalakî û çûna nav bajêr dikin, bi taybetî di salên (1986_1987) zêde çalak dibin di destgîrkirina efserên rejîmê û ewlekariyan ku hemûyan bi zindî radestî lîqa du kirine, di sala 1987an de di dastanê Prdê Rûsak beşdar dibe û birîndar dibe, wî diguhêzin bo baregehên gundê Xetê heta çareserî jê re tê kirin û vedigere. Her di heman salê de bi fermana lîqa du operasyona 11 rebayên Dola Xoşnawetî dest pê dike û navbirî berpirsiyarê yek ji mefrezeyan dibe, çend nuqteyan paqij dikin, lê di dema girtina rebaya Aqûban, Pungîne gulleyê dijmin bi serê wî dikeve û şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.