Şehîd Hemed-Emin Mistefa Ehmed nasnavê wî (Hemed-Emin Isqêlî), sala 1955 li gundê Isqêl a nahiya Meznê ya qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û li parêzgeha Ûrmiyê niştecî bûye.
Sala 1977 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge, di piraniya çalakiyên partîzanî yên devera Barzan û Mêrgesorê de beşdar bûye.
Sala 1987 li sînorê devera Barzan, di dema encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê Artêşa Iraqê ve Şehîd hatiye kirin. Li gundê Barzan hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




