Şehîd Heme-Seîd Reşîd Rehman Elî, sala 1949 li gundê Dola Nawhewt li devera Şemîranê ser bi qezaya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, birayekî wî bi navê Salih Reşîd di sala 1967 de li Şoreşa Eylûlê Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Heme-Seîd Reşîd Rehman Elî, sala 1963 bûye Pêşmerge li hêza Şemîranê bi fermandariya Heme Şemîranî, ku di wê demê de hêza Şemîranê hêzeke serbixwe bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiya vê hêzê li devera Şemîranê û devera Newrolî bûye, lê piştî dariştina nû ya heykeliyeta pêkhateya leşkerî Şoreşa Eylûlê sala 1965 ew hêz xistin ser hêza xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
sala 1965 sengerên wan li çiyayê Zimanako yê nêzîkî qezaya Derbendîxanê bûye, bi rêya birina çend name û dirûşman bi fermana Heme Şemîranî fermandeyê hêza Şemîranê ji bo fermandeyê hêza xebatê li nahyeya Biyare li devera Hewramanê, ligel hevsengerekî xwe bi navê Reşîd Mêlûre li nêzîkî nahyeya Sîrwan dikevin kemîna leşkerî ya rejîmê û tên girtin û bo parêzgeha Silêmaniyê tên veguhastin, yek in ji wan şehîdan ku gorên wan nediyar in.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




