Hemîd Hemedemîn Qadir Hesen Di sala 1931ê de li qezaya Şeqlaweyê ji dayik bûye. Pîşeya wî baxçevanî bûye li daristanên Şeqlaweyê. Jiyana hevjînî bi Qedriye Seîd Qadir re pêk aniye û çar kurên wan hebûne bi navên Şivan, Şêrwan, Merîwan, Kameran û çar keçên wan jî hebûne bi navên Pexşan, Rêzan, Behar, Viyan. Di dema girtina wan de tevahiya endamên malbata wî tên girtin û piştî salekê ji dardarkirina malbata wî tên azad kirin, lê kurê wî yê bi navê Şêrwan Hemîd bi wî re zû tên dardar kirin.
XebatnameSala (1979-1980) bi rêya Osman Xoşnaw, Mihemed Zexok peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike, heta wê rojê ku tê girtin, bi hevkariya kurê xwe yê bi navê Şêrwan Hemîd kelûpel û pêdiviyan bi zanîyari siyasî ji bo Pêşmerge dibe Dola Balîsan.
Ew bi xwe û malbata wî roleke bilind dibînin di hevkariya xwepêşandanên sala 1987ê ya bajarokê Şeqlaweyê de, lewma zû zanîyarî li ser wan tê dayîn û ew bi xwe û hemû malbata wî tên girtin.
Yek meh piştî girtina wan li emniya Hewlêrê tên dardar kirin û emniya bi xwe wan li goristaneke bi kom li bajarê Hewlêrê bi xakê dispêrin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





