Piştî rûxana rejîma şahê Îranê, Pêşmergeyekî zêde rû li başûrê Kurdistanê kir, mala Dayika Helîme bibû penageha Hêzên Pêşmerge. Di destpêka Sala 1982 de yek ji kurên xwe bi navê Eyûb dibe Pêşmerge û di roja 10ê sibata 1982 li gundê Gewerkê Şehîd dibe. Piştî wî kurê wê yê din bi navê Îsmaîl dibe Pêşmerge û di 29ê îlona 1984 li çiyayê Keme ka li nêzîk gundên Emînkê û Baboxkê Şehîd dibe û termê wî dikeve destê Artêşa Iraqê. Kurê sêyem ê Dayika Helîme bi navê Selah piştî Şehîd bûna birayên xwe bûye Pêşmerge û di 20ê tîrmeha 1986 li devera Akrê Şehîd hatiye kirin. Di piştî Şehîd bûna birayên xwe kurê çarem ê Dayika Helîme bi navê Mihemed naskirî bi Hemo peywendî bi Hêzên Pêşmerge dike û ew jî di 19ê nîsana 1987 li ser rêya giştî ya Dihok Amêdî Şehîd bûye.

Berdewam li deverê de mala Dayika Helîme wek Baregeh a Hêzên Pêşmerge hatiye dîtin û cihê rêz û xweşewîstiya xelkê bûye. Sala 1985 mala xwe biriye navçeyên azadkirî, li gundê Badya û Botya li navçeya Zawîte û Qazyawa niştecî bûye. Sala 1988 piştî proseya Enfal û kîmyabaran kirina deverê ji aliyê rejîma Îraqê ve, ligel zarokên xwe hewla çûna bo bakurê Kurdistanê daye, lê ji aliyê Artêşa Iraqê ve rê lê hatiye girtin û bi neçarî vegeriyaye û heta demekê li daristanekê xwe veşartiye, dûre ji aliyê rejîmê ve tên girtin û maweya 14 rojan zindanî kirine û paşê bi sedema nerazîbûna xelkê deverê azad kirine.

Sala 1991 yek bûye ji pêşrewên raperîna xelkê Kurdistanê, ji ber azayetiya û xwe ragirî, di 16ê tebaxa 1996 di Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalyaya Barzanî pê hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1.Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.