Jînenîgarî

Hedo Hesen Hedo, sala 1926an li gundê Lîrê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, şarezayiya wî di zimanên kurdî û rûsî de hebûye, sala 1954an li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, Jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jênêral Barzanî bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê, sala 1954an her li wir koça dawî kiriye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Zirar Silêman Beg Dergelêyî, Bîreweriyên min di salên 1943-1977an de, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2002z).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991an de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  6. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  9. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).