Jînenîgarî

Hecî Îsa Goran, sala 1914 li gundê Mêroz a nehiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1945 piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, derçûyê peymangeha çandinîyê bûye li Yekîtiya Sovyetê, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê du salan wek fermanber li fermangeha jîngehê ya Sersink a parêzgeha Dihokê tê damezrandin, sala 1963 li ser çiyayê Metîn şehîd bûye û li gundê Xerabê ya devera Berwarî hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzanê kiriye, li çiyayê Bradost di sengerê bergirîkirinê de dibe dijî Artêşa Iraqê, 11ê çiriya pêşîn a 1945an di dawîya neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêzên Barzanî yên ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereya Neqede û Şino li Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî kiriye, di şerê Qelatan de birîndar bûye. 

Piştî neskoya Komara Dêmokrata Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê ve bi xaka Bakurê Kurdistanê li gundê Xwakurk bo gundê Ergoş û devera Herkî Binecî vegeriyaye.

Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin.

 22ê gulana 1947an hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewazî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewlekeke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra Hecî Îsa di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Hecî Îsa di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şerên wê kiriye, yek ji wan pêşmergeyan bûye ku ligel Barzanî yê nemir çûye devera Berwariyê. Beşdarî çendîn şeran bûye di nav wan de şerê çiyayê Pîrs û Akrê û Mêroz û Rêkan û Geliyê Zawîte û Geliyê Spî li Zaxo û şerê Kela Şêxa li devera Berwariyê û Deşta Dobanê û Bêtê Nûr li sînorê Berwariyê û Serzêr û Eyn Zale û Milê Ereb û Batîxê û Elkuşkê û Berde Kêrê û Sêmêlê û Hojawa. 

Serçave:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hecî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û Têkoşînên Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hecî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranînên fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazîya Kurd 1931-1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.