Hebîb Keleş Elî Xalid, sala 1944 li gundê Batîfa yê ser bi qezaya Zaxo ji dayik bûye, heta qonaxa navendî li bajarê Zaxo xwendiye, xwedî malbat e, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, awareyê welatê Îranê bûye û sereta li bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye, paşê hatiye veguhestin bo bajarê Xumeyn û ji wir jî bo bajarê Arak û paşê jî bo bajarê Dilîcan. Sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Dihokê niştecî bûye. 

Sala 1962 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, di heman salê de hatiye kirin kadroyê lijneya navçeya Zaxo û berpirsiyarê rêkxistina çar gundên ser bi rêkxistina Zagros a ser bi lijneya navçeya Zaxo bûye.

Sala 1964 hatiye vexwendin bo beşdarbûn di Kongreya çarem a Partî de, lê ji ber nexweşiya hevjîna xwe nekarîye beşdar bibe, di heman salê de hatiye kirin nûnerê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, sala 1965 li serkirdayetiya şoreşa Kurdistanê li bajarokê Batîfa bûye, sala 1966 beşdarî Kongreya heftem a Partî kiriye, sala 1967 berpirsiyariya rêkxistina Rizgarî li lijneya navçeya Sindiyan jê re hatiye spartin, sala 1968 beşdarî xula kadroyan kiriye û piştî temambûna xulê vegeriyaye ser berpirsiyariya xwe, sala 1969 hatiye veguhestin bo devera Zaxo û hatiye kirin berpirsiyarê rêkxistina Azadî.

Piştî rêkeftina 11ê adara 1970, Hebîb Keleş beşdarî Kongreya heştêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye li Nawpirdan, piştî Kongreyê hatiye kirin endamê lijneya navçeya Zaxo ya ser bi lqa 1 a Partiya Demokrat a Kurdistanê û paşê hatiye kirin endamê desteya kargêrî ya heman lijneya navçe. Sala 1979 beşdarî Kongreya nehemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye,  

Sala 1980 hatiye kirin kargêrê lijneya navçeya Xebatê, sala 1981 hatiye kirin kargêrê lqa yekê, sala 1986 hatiye veguhestin bo beşa darayî ya mekteba siyasî ya Partî, sala 1989 beşdarî Kongreya dehem a Partî kiriye.

Hebîb Keleş sala 1989 erka berpirsiyariya gumrika Qasmerêşê jê re hatiye spartin ligel nûnerên partiyên din ên Bereya Kurdistanî, sala 1990 hatiye kirin berpirsiyarê lijneya navçeya Nêrwe û Rêkan. Sala 1991 piştî damezrandina baregeha lqê li nav bajarê Hewlêrê hatiye kirin berpirsiyarê darayî yê lqa du ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, paşê hatiye veguhestin lqa 1 li bajarê Dihokê, sala 1993 yek ji endamên lijneya amadekar a Kongreya dozdehem li lijneya navçeyên sînorê lqa yek li Dihokê bûye, di heman salê de beşdarî Kongreya dozdehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye, sala 2002 hatiye kirin berpirsiyarê rêkxistina lqa yek li Dihokê, sala 2005 hatiye veguhestin bo dezgeha Şehîdan, sala 2010 beşdarî Kongreya sêzdahêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye.

Di 13ê meha cotmehê ya 1999 li Kongreya dozdehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.