Birayên ezîz:
Silavê li we dikim...
Ez gelekî bi wan kurên Kurd serbilind im ku di vê heyama dirêj de ji destpêkirina şoreşa me heta îro hemû zehmetî û azar kişandine: germ, sermay, girtin, kuştin, birîn, ew mêranî û tehemul û reşadet cihê şanaziyê ye ji bo me hemûyan û ji bo dîroka miletê Kurd, hem niha û hem jî di paşerojê de. Ew tiştê heta niha hatiye kirin hemû cihê şanaziyê ne û cihê wê yekê ne ku mirov dilê xwe pê xweş bike û serê xwe pê bilind bike. Ew mêranî û xîret û azayetiya ku vî miletê Kurd kiriye: ew betûlet û şeref û namûsa ku kurê Kurd di vê şoreşê de nîşan daye, ku bi vê hemû perîşaniya xwe ve li hemberî vê hemû xiyanet û zilm û zordariya ku lê hatiye kirin xwe girtiye û berxwedan kiriye, di nav ti miletan û ti cihî de ev neqewimiye ji bilî vê Kurdistanê. Ew tiştê ku bi ser miletê Kurd de hatiye, xelkê derve sedî çar guh lê nebûye, lê di welatên derve de eger şoreşek û betûletiyek bibe, eger çar be, bi sed nîşan hatiye dayîn, ji ber ku wan xelkê alîkarî pê kirine û wesayîlên propagandayê hebûne û li ser wan bi deng hatine, lê ew tiştê li Kurdistanê qewimiye bêyî alîkariya ti kesî û bi wê çekê kêm li hemberî quweta mezin a xedar û zalim ew çend sal e berxwedan hatiye kirin, sebir û tehemul hatiye kirin, ji bo kesî neqewimiye. Ev e ku em divê şanazî û îtîraz bi vî miletî bikin, ji ber ku ew tiştê vî miletî tehemul kiriye ji taqeta beşer der e, û her wekî min hezar caran gotiye ew şanazî û serbilindî tenê ne ya wan e ku tifing li ser milê xwe danîne, belkî her cotkarekî Kurd, her jineke Kurd û pîr û ciwan û zarokê Kurd hemû di wê betûletiyê de beşdar in û di wê sebirê de her kesî gelek zehmetî dîtiye û ezab bi serê wî de hatiye.
Birayên ezîz:
Her sebir û her hereketek li dinyayê tê kirin ji bo xizmeta milet, lazim e ew kesên ku karûbarên vî miletî di destê wan de ne, tenê mesalihên miletê xwe bidin ber çavên xwe û hemû enaniyet û mesalihên şexsî ji bîra xwe derxin û her çi karekî ji bo wê bikin û li dû hewaya nefsa xwe neçin. Ca ez li vir dema dixwazim çend tiştan bînim bîra we, wisa hesab nekin ku ez rexneya şexsekî me'yen dikim... nabe wisa jî bizanin ku ez rexneya kesî nakim... ez di wan nuqteyan de ku dibêjim, rexneya xwe jî dikim eger karekî wisa bikim ku ji bo şoreşê û ji bo milet zirarê bide... Em divê wezîfeya xwe gelek baş bizanin, eger hemû mesûlê şoreşê ji bo mesleheta şoreşê kar neke û îhmal di wezayîfên xwe de bike, em ê bibin dijminê xwe û xizmetê dikin ji bo dijminê miletê xwe... Em divê tê bigihîjin milet me'naya çi ye? Îtifaq me'naya çi ye? Kurdayetî yan qewmiyet me'naya çi ye? Ew mesûlê ku ji bo merama şexsî dev ji mesleheta şoreşê berdide... yan ji bo kîseya xwe ji bo îstifadeya pere... yan ji bo tefaxurekî bi dev hewl bide... yan îtaeta emran neke û ji nîzamê derkeve... ew kes ne Kurd e û ne xizmetê ji şoreşê re dike.
Mesela: eger komîteyeke herêmî li vir bê danîn, komîteyeke herêmî li wê serî bê danîn... ew komîteya herêmî ya berê li cihê xwe hez bike ku ev komîte ne serkeftî be, tenê ji bo xatirê wê bibêjin ew baş in û ev xirab in... eger amirê hêzekê hez bike ku amirê hêzeke din serkeftîtir nebe da bibêjin her ew amirê hêzê baş e... ev ne aqil e û ne qewmiyet e. Ne partîbûn e û ne şoreşgerî ye. Qewmiyet û partîbûn û şoreşgerî ew e ku hemû bi hev re teawun bikin, ji bo meslehetekî giştî, ji bo şebê xwe. Belê her wekî du hezar kes me qurbanî dane. Û belkî zêdetir jî ew in ku ruhê xwe feda kirine ji bo xatirê vî miletî û vî welatî. Ji bo xatirê van heqan, van heqan jî ku min hezar caran gotiye: ku em di wê mezlûmiyeta ku bi serê me de hatiye, bi mûrûrê zeman ji wê mezlûmiyetê derkevin, xwediyê heqê xwe bin û bikarin du gotinan bikin di her tiştekî de bibe: aqil e, ilm e, îdare ye, xwendin e. Her çi ku eleqeya bi welatê me re heye. Heqê biryaran hebe; heqê redkirinê hebe û bikarin wekî însan bijîn. Zilm nebe. Eger zilm hat ser me, te'de li me hat kirin, destekî me hebe nehêle stûyê me bigirin, me bifetisînin... êdî recaya min ew e hemûyan bi hev re bi dilpakî teawun bikin û karekî wisa nekin ku emelên me bibin dijminekî mezin di navxweya me de... eger em hemû bi birayetî û bi teawuneke muxlîs bi hev re ji bo mesleheta giştî westiyayî bin, her kes mesleheta Kurdistanê û şoreşê zêdetir ji mesleheta şexsî û ezamet û faydeya zatiya xwe bide ber çavan, ti quwet nikare heq nede me û kes nikare zilmê li miletê me bike... Kakê xwe, malê dinyayê ewqas nayîne ku em ji bo xatirê xwarineke xweş yan cihêkî nerm dev ji şerefa qewmiyeta xwe berdin û welat û mesleheta miletê xwe ji bîr bikin... Hûn bifikirin ew milyonerên gelek dewlemend ên Kurd ku alîkariya şoreşa miletê xwe nekirine, çend li ber çavê her kesî rezîl û pîs xuya dikin... bi dewlemendiyê şeref peyda nabe, pere û dewlemendî eger ji bo mesleheta milet neyê xerckirin, cihê serşorî û rezaletê dibe... qet di dîrokê de me nebihîstiye medha kesekî bikin bibêjin xwarina gelek xweş dixwar yan li ser cihêkî nerm radiza! Her tenê navê ew kesên ku bi şeref tên zikir kirin ku ji bo mesleheta giştî û ji bo welat û miletê xwe zehmetî dîtine û faydeya wan ji bo miletê mezlûmê wan hebûye...
Belê her şeref û namûs û îtifaq û birayetî û alîkariya bi yek û du kirin dibe cihê şanaziyê ji bo me hemûyan... hezar caran min ji we re gotiye her çi ji hemûyan biçûktir e ez xizmeta wî dikim. Ez serokê kesî nînim, riyaseta kesî jî naxwazim... lê dixwazim birayê we bim, xizmetê ji bo we bikim, hûn jî birayên min bin û alîkariya min bikin, bi hev re bibin kurê milet, xizmetê ji bo milet bikin. Hissê zatî û enaniyeta bê me'na û temaha dinyayê
ji xwe dûr bixin... zîrek û bi hişyarî bin li hemberî dijmin, bi kaxezekê, bi gotinekê, bi derewekê... waqia me ji bîr neçe û hîle li me neyê kirin...
Pêşketinî tê wateya wê ku ji bo ilm û aqil û mêranî û îfet û dest û damênpakî û rastiyê ji bo xizmeta bi milet westiyayî bin... ew kesê ku ji bo wan tiştan hewl nede, eger her kes be ez bi pêşketî nizanim û ew kesê temahê li mal û namûsa xelkê û zilm û te'deyê dike û Xwedê û xelkê ji xwe nerazî dike, ew qet bi însan nayê hesabkirin.
Birayên ezîz:
Daxwaza min ji we re ku kurên milet in ev e: hewl bidin ku roj bi roj Partiya xwe xurtir û munezemtir bikin û hemû alî teawunê ligel bikin... eger Partî tenzîmatên wê baş bin û emrên wê pir bi başî bên cîbicîkirin, ev tê wê wateyê ku leşker jî û milet jî dê xurtir û baştir bibin.
Partî yanî teşkilata hemû milet, leşker û hemû sinfên din jî cüzek in ji wî miletî. Tu şoreşek bê qiyadeya partiyeke munetezem bi ser nakeve. Eger dibêjim Partî, mebesta min partiyeke muxlis ji bo milet û mesalihên milet e ku li ber çavan be, ne wek wan ên ku li Mawetê bûn û zulm li milet dikirin û navê xwe jî danîbûn Partî... Vêca eger em bixwazin şoreşa me bi ser bikeve, lazim e em teqwiyeta vê Partiya ku heye bikin û em hemû, ez yan leşker yan milet, bi îxlas alîkariya Partiya xwe bikin... Divê kesek ji me çavê wî li riyaset û mezinahiyê nebe... Her kes dikare bila xwedî qabiliyet be û li hemberî wê qabiliyetê xizmeta milet bike. Milet bi riyaseta xwe dizane...
Eger min qabiliyeta wê hebe ku îdareya deh Pêşmergeyan bikim... lê bixwazim min bikin Serleq yan Serpel yan amirê batalyonê tenê ji bo ku navê min mezin bibe... ew riyaset wek lqekî darê yê hişk e ku ez diçim serê û dişkê û jê dikevim xwarê û stûyê min dişkê. Mêranî û xizmeta sehîh ew e ku her karekî bidin destê te, pir bi îxlas bike û çavê wî li wê be ku xizmeta milet dike. Dilpakî û îtifaq ligel hevdu şert e ji bo necahata şoreşê. Eger enaniyet û nifaq di nav me de hebe, wê demê em xizmeta dijmin dikin û dijminatiya ligel xwe û miletê xwe dikin...
Ew kesê ku karekî wî di dest de ye û ji çend kesan mesûl e, lazim e ji bin destên xwe zêdetir ezîyetê bikişîne. Eger yek ji cemaetê birçî be... divê nanê xwe bide wî, xwe birçîbûnê qebûl bike, çimkî divê mezin tehemula wî ji biçûk zêdetir be... Eger ez navê xwe bnim mezin û ji bo xwe têr bim û biçûktir li ber çavê min birçî be, ez wê wek areke pir mezin dibînim. Lê eger ez bi xwe ji birçîbûnê bimirim û feqîrekî ji birçîbûnê xelas bikim, li cem min şerefek pir mezin e... Însaniyet ew e ku qurbanî bi lezaîz û xweşiya xwe bidî ji bo mesleheta zeîf û feqîran... Em eger wê teawunê û wê ruha tezhiyê û fedakariyê nebin, nikarin bi ciddî xizmeta miletê xwe bikin... Divê em bizanin ku em tenê bi sîlah bi ser nakevin... bi pere wergirtinê bi ser nakevin... bi talankirin û jinêwdanê bi ser nakevin, bi destdirêjîkirin bo huquqên xelkê, bi kuştin û birînê bi ser nakevin... Em wextê bi ser dikevin ku hemû dilê me ligel hevdu pak be û mezin û biçûk îhtirama hevdu bigirin û her kurdek qazanc û zerera hemû birayên xwe yên kurd wek qazanc û zerera xwe bizanibe... Hemû bi rastî pêkve bira ne... Tu şikayî bi hawara te ve bêm, ez birçî bûm, tu ji nanê xwe beşê bidî min... Eger muhtacê komeka min bûyî, ez muhtacê komeka te bûm... bi hawara hevdu ve bên. Divê ji bo xizmeta milet enaniyet di nav de nemîne... Tu kurê kurdî, ez jî kurê kurdim. Ez ji bo milet kar dikim, tu jî ji bo milet kar dikî. Lazim e mal û jiyan û eql û ilm û her çi heye ji bo wî miletî serf bikin... heta azadiyê jê re bistînin û destê dijminê xedar û zalim jê rakin... Eger em wisa bi îxlas û mehebet ji bo miletê xwe se'y nekin, divê bizanin ku xizmeta dijmin dikin û mesûlê li cem Xwedê û tarîx û milet dibin...
Min pir caran ew hikayet kiriye. Hûn jî guhê we lê bûye: Wek bavêk yan dayikek ku du kurên wî hebin û yekî şeple lê daye, li malê ketiye... hemû rojan bavo, dayê bişo, bibe, bîne, bibe. Salek, du sal... Dayik û bavê bi rehm jî dibêjin: Xwedê musîbetek ji bo min aniye... ya rebî bi rehmeta xwe ji min bistîne! Çimkî jê dibe giranî, emelê xêrê jî pê nemaye, lê ew kurê din ku selamet e, ewê ku dayik û bavê îmkanê wî hebe, pereyek yan cilêk, li wî serf dike. Çimkî eger kurê melîk e dibêje dibe (Weli el-Ehd), eger kurê gavan e dibêje sibehê pîr dibim garanê dibim ji bo derwe û nanekê ji bo min peyda dike. Emelê pê dike ku îstifade ji wî ewladê xwe bibîne... Eger ew jî wisa tesewur dikin kesek ji aliyekî ve alîkariyê ji bo me bike... Eger em ew kurê bin ku şeple lê daye, kes merheba li me nake... Lê em ku ji bo xwe mêr bin, hemû kes destê alîkariyê ji bo aliyê me dirêj dike. Mêr jî nebin, ew kesên ku eger dayik û bav jî bin, her defeyekê komêkê dikin. Defeya duyemîn selamê jî li me nakin. Eger mêr bin û hunerekê me hebe, hemû awatên me cîbicî dibin... Ew mêranî û hêza bi eql û emel peyda dibe, bi qise tu tiştek ji bo me nayê kirin, her bi dev bibêjin min wisa kir, wisa dikim, lê emelek ligel nebe fayde çi ye?
Ez eger enaniyet û tekebur û hesadetê li muqabilê miletê xwe de hebe, çawa dikarim xizmeta wî bikim? Eger komêka bi îxlas li hevdu nekin... eger çiya jî bin em ê herifîn... komêka min ji bo te ji bo xwe ye û komêka te ji bo min ji bo xwe ye, divê minet li ser hevdu nekin. Çimkî herduyên me ji bo milet û ji bo xwe kar dikin û komêka hemûyan ji bo milet e ku em jî kurên vî miletî ne. Ez û tu birayên hev in û xelkê welatekî ne û mesîra me bi hev ve girêdayî ye. Vêca bila bi îxlas û biratiya pak hemû dest bidin destê hevdu û ew şoreşa Kurdistanê ku her wek min got mayeya fexrê ye û ewê ku vî miletê kurd kiriye, kesekî din ev nekiriye, ji destê me dernekeve û behreyek ji wê hemû ezîyet û mandûbûnê werbigirin... Ez di jiyana xwe de heta niha ku min karîbûbe ligel birader û dostên xwe de bijîm û umurên xwe: siyasî yan eskerî birêve bibim, Xwedê lutf kiriye ligel min û mam heta niha, gelo bi serfirazî yan bi serşorî her çi heye Xwedê dizane. Refîqên min jî dizanin ku qet xiyanet li refîqê xwe nekiriye, teme' nekiriye, hubê zatiyê min nebûye muqabilê refîqê xwe. Nanê min di cîbê xwe de daye wî, min tehemula birçîbûnê kiriye, cilêkê daye refîqê xwe, xwe tehemula sermayê kiriye. Heta îmkana wê min hebûye ku ligel refîqên xwe çûme cebhe. Ez ewvel kes bûm, pirs bikin. Ew cihê ku top û teyare lê daye, ew cihê kes tê de najî, ez çûme wî cihî... Eger leşkerê me ji pêş ve hecûm hatiye ji bo wê, ez yekemîn şexs bûm, carek û du ne û deh ne heta gihîştime vî halî. Di paş vegerîna xwe bo Îraq îmkana quweta min nema, eger tirsa wê di paş ve bûye, ez axir kes bûm, heta axir nefes... çima? Çimkî min xwe ji kesî ezîztir nedîtiye, hemûyan beşer in wek min, hemûyan bira ne, eger karibin xizmet bikin, ew xizmeta ku bi me dibêjin xizmetkar, ji hemû navê riyaset û mezinahiyê baştir e û cihê fexrê ye mêr xizmetkarê miletê xwe be...
Birayên ezîz:Wek min berê ji bo we got, eger em bixwazin serkeftinê bi dest bixin, divê em hemû pirr girêdayî nîzam û tanzîmê bin; tu şoreşek bêyî riayetkirina nîzamê bi ser nakeve. Eger emrek ji qiyadeya partî derkeve, divê ew kesên ku emr ji bo wan diçe, guh bidinê... Wateya vê ew e ku dibe fewza, her kes li gor merama xwe û bi enaniyeta xwe dike; wê demê ew kes bersiva emran nade... Li şûna ku xizmeta milet bike, dibe dijminê milet û ji caşan gelek pîstir e... Eger di malekê de, di navbera malbatê de mezin û biçûk û nîzam nebe, kes emrên ji xwe mezintir bi cih neyne, her kes tiştekî, pereyekî peyda bike, bixe bêrîka xwe, pişka mayî ya malbatê nede û hemû bi hevkariya yek û du ji bo xweşiya hemû malbatê kar nekin... Di wê malê de dibe fewza û mal bêserûber dibe!
Em jî di vê şoreşê de wek malbateke mezin in; lazim e her kes emrên ji xwe mezintir bi îtaeteke mezin bi cih bîne... Her çi peyda dike ji bo mesrefa hemû şoreşê xerç bike, ji bo xwe sûîstifadeyê jê neke... Eger yekî muhasebe kir, divê aciz nebe, her kes pak be ji muhasebeyê natirse... Eger yekî bang li wî kir ji bo mehkemeyê, divê nebêje naçim... Lazim e heq û hiqûq eşkere bibe. Ewê bêje naçim ji bo muhakemeyê, tohmetê li ser xwe îspat dike. Eger yekî ji min re bêje were mehkemeyê, ez diçim... Hakim çi bipirse bersivê didim, tu carî aciz nabim, eger min gunehek û teqsîrek nekiribe... Ji bo her kesî derdikeve ku ez berî me û serfiraz dibim.
Mirov bi îtaeta yasayê û emran ciwan dibe... Em lazim e ji yasayekê ku me ji bo xwe daniye... dernekevin heta fewza çênebe. Eger yekî mesûl... ji cihekî tê neqilkirin bo cihekî din, divê nebêje ew bawerî bi min nakin lewra min neqil dikin... Na, ne wisa ye. Ew mesleheta şoreşê wisa dixwaze. Mümkîn e sibe yekî din were cihê wî, ew jî biçe cihekî din. Divê îtaeta me hebe, ji bo mesleheta giştî kar bikin.
Divê her kesê di vê şoreşê de kar dike, ewil ez, paşê hemû mesûlîn, heta digihîje pêşmergeyekî, heta endamekî partî, divê ev di bîra me de dernekeve: Eger dilê gundiyekî, şivanekî, dukanvanekî, jinekê, zarokekî aciz bikin, eger jinav û gotinên nebaş ji efradên milet re bibêjin, eger hêkek, mirîşkek an her çi jê re dibêjin, zirarê bi xedr û zilmê ji milet bistînin, divê bizanin ew ji bo xwe dibin dijminê milet û dijminê xwe. Eger dilê milet bi me re be, dijmin hezar carî hêza wî zêdetir be... nikare me bişkîne. Eger dilê milet bi me re nebe... wele bi we re bibêjim hezar caran ji niha bihêztir bin... em ê bişikên û nikarin serkeftinê bi dest bixin... Eger em hemû bi hev re ji bo mesleheta giştî kar nekin û enaniyet û hezkirina zata me hebe, em xizmeta dijmin dikin ji bo tunekirina xwe...
Birayên ezîz, ez her wekî di çil û pêncê de û di sala şêstê de û her tim gotime û niha jî dibêjim: Em şerê ereb û Kurd nakin. Ne tenê dibêjim şerê ereb nakim... şerê tu qewmekî nakim. Li gel tu miletekî li ser navê: ev zer e, ev sor e, ev reş e, ev şîn e, ev spî ye şer nakim... Kurd û ereb birayên hev in û dikarin pirr bi tebayî û biratî û xweşî û aştiyê bijîn. Belê ereb birayê mezin û em birayê biçûk in, em dibêjin ev edl û însaf nîne birayê biçûk birçî û rût be û nikaribe bixwîne û ji bo xwe fêrî tiştekî bibe û nikaribe raya xwe di îdareya mala xwe ya hevpar de bide xuyakirin, û birayê mezin hemû tiştê malê ji bo xwe bibe!! Lazim e riayetkirina edaletê bê kirin, birayê biçûk xwe bi mezlûm nezanî û xedr û zilmê lê neyê kirin...
Em li gel hikûmetê muxalefetê nakin eger hikûmet nekeve destê hiz û dizan! Ewên ku xizmeta dijminê Kurd û ereb dikin. Em di vê şoreşa xwe de mesleheta Îraqê dixwazin... ewil ji bo ereb, saniyen ji bo Kurd û ji bo hemû xelkê Îraqê. Tirkmen e, aşûrî ye, ermen e, her kes heye... Em dixwazin hikûmeteke adil a demokratî bi întexabatên hûr bêyî zext û îkra û zilm û teedayê li Îraqê hebe. Yasayeke pirr edaletê wisa hebe ku miletê Îraqê ji bo xwe dayne... ne her roj leşkerek bêje: (Qerrerna maylî) û bi arezûya nefsa xwe û enaniyetê hikm li ser miletê Îraqê bike û milet nikaribe û newêre muhasebeya wî bike...
Me êrîşî tu kesî nekiriye û êrîşî ser kesî jî nakin. Em dîfaya ji hiqûqên şerî û ji mal û namûs û heyata miletê Kurd dikin. Em qet hez nakin: xwînrijandin û kuştar bikeve navbera du birayên ereb û Kurd. Çimkî şer û kuştara me ya Kurd û ereb... xizmeta dijminên Îraqê dike. Vêca hêviya min ew e Xwedê aqil û têgihîştinê bixe serê wan kesên ku dixwazin şerê me bikin... bila rehmekê bi miletê Îraqê bikin û çavên wan li zilm û teedaya li ser miletê Kurd nebe... heta em bikarin hemû gelê Îraqê bi xweşî û biratî û aştî û edaletê bi hev re bijîn...
Birayên ezîz: Divê em bizanin ku dinya ji bo kesî namîne û hezar qesrên zêrîn jî me hebin em ê bihêlin û biçin bin axê, Xwedê di Quranê de ferman kiriye: )Minha xelaqnakum we fîha nuîdukum we minha nuxricukum taretin uxra(. Tenê şeref û namûs û însaniyet di hebûna beşer de qîmeta wê heye. Mirov lazim e ji Xwedê bitirse, xizmeta qewmê xwe bike bi sedaqet û îxlas, mil bide milê yek û du dîfaya dijî zilmê bike, girêdayî edl û însaf û musawatê be di navbera alemê de. Eger em karê baş bikin... li cem Xwedê û xelkê wenda nabe, û eger karê xerab jî bikin her wenda nabe. Xwedê teala di Quranê de ferman kiriye: (Femen yemel misqale zerretin xeyren yerehu wemen yemel misqale zerretin şerren yerehu).
Êdî hêviya min ew e ku rexneyan ji bo xwe qebûl bikin. Îxzaî emran bin, mesleheta şexsî ji dilê xwe bavêjin, mesleheta giştî û xêra giştî li ber çavên we be, bi hev re hevkariya yek û du bikin... Êdî ewqas dikarim... we bi Xwedê dispêrim... Xwedê alîkariya qenciyê bi me bike...
Çavkanî:Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem. Beşa yekem 1961-1975, Şoreşa Eylûlê.


