Gorgîs Yûsif Metê Goga di sala 1950î de li bajarokê Şeqlaweyê ji dayik bûye. Pîşeya wî kasibî bûye û asta wî ya xwendinê seretayî bûye. Trêze Xena Metê hevjîna wî bûye û kurekî wan bi navê Dîlan Gorgîs heye.
XebatnameDi sala 1964an de bi rêya Ehmed Zexok peywendî bi rêzên rêxistinên Partiyê dike û 10 salan di nav bajêr de alîkarî û karê tenzîmî bi Hêzên Pêşmerge re dike, heta di sala 1974an de eşkere dibe û berê xwe dide çiya. Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di 1975an de awareyê Îranê dibe. Di sala 1980yî de vedigere û peywendî bi hêza Ehmed Zexok dike, piştre diçe Mekteba Siyasî.
Di sala 1983an de di dastaneke li devera Lolan de birîndar dibe û fîşek li raniya wî ya rastê dikeve, di destpêka sala 1984an de bi mefrezeya Ehmed Zexok re tên bajarokê Şeqlaweyê ji bo lêdana baregeha polîsên Şeqlaweyê, li wir jî careke din birîndar dibe.
Di sala 1988an de bi destûr vedigere Şeqlaweyê, lê di rê de ji aliyê rejîma Beis ve tê girtin û heta niha jî wenda ye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





