Jînenîgarî

Şehîd Gazî Salih Alîxan Bêgdawdî di sala 1972 li gundê Gelîkê li devera Berwariya ji dayik bûye, di sala 1988 ligel malbata xwe awareyê welatê Tirkiyeyê dibe, di sala 2012 dibe rêveberê asayîşa nahiya Kanî Masê û di sala 2014 dibe rêveberê asayîşa dergehê sînorî yê Serzerê, di 8ê Çiriya Pêşîn a 2020 Şehîd dibe.

Xebatname

Şehîd Gazî Salih Alîxan Bêgdawdî di sala 1987 di temenê 15 saliyê de li sînorê Laqê yek dibe Pêşmerge, di sala 1988 ligel malbata xwe awareyê welatê Tirkiyeyê dibe paşê li ser fermana Serok Barzanî diçin welatê Îranê mijûlî dubare rêkxistin û amadekariyan dibin bo vegerê bo Başûrê Kurdistanê, di sala 1990 Gazî Alîxan ligel birayên xwe ligel yekemîn gurpa Pêşmergeyî dubare vegeriyan bo Başûrê Kurdistanê, di sala 1991 dema serhildana cemawerî li Başûr çêbûyî dîsan Gazî Alîxan ligel birayên xwe beşdarî kirin û ligel yekemîn gurpa Pêşmergeyî li nav bajaran de bûye, piştî serhildanê Şehîd Gazî Alîxan wekî bêtel dest bi kar bû li baregeha Laqê yek 1 û paşê dibe berpirsiyarê rêkxistina mixaberata Laqê yek û bo maweyê 8 salan wekî berpirsiyarê rêkxistina li ser Laqê yek ve kar kiriye, di sala 2012 dibe rêveberê asayîşa nahiya Kanî Masê û sala 2014 dibe rêveberê asayîşa dergehê sînorî yê Serzerê, di 8ê Çiriya Pêşîn a 2020 di rûdaneke terorîstî de di nav mal û zarokên xwe de û bi destên çekdarên PKKê bi gulleyên nîşaneşkên tê Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.