Fexrî Şukrî Mihemed Ergoşî Mizûrî, sala 1976an li gundê Ergoşê yê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1991ê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û sala 1992an di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge. Sala 1993an Şehîd bûye.
Şehîd Fexrî Şukrî Mihemed, sala 1976an li gundê Ergoşê yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, qonaxên xwendina bingehîn, navendî û amadeyî li bajarokê Herîrê xwendiye.

Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê bûye, heman salê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û sala 1992an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge. Beşdarî şerên berevanîkirinê ji bo serweriya xaka Başûrê Kurdistanê kiriye li devera Mizûrî Bala.

Sala 1993an di encama êrîşa PKKê bo ser Hêzên Pêşmerge li rûbarê Basiya di navbera sînorê Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de Şehîd bûye û li goristana Zolfeqar a bajarokê Herîrê hatiye spartin axê.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.