Fexredîn Kerîm Esed Fettah di sala 1969an de li taxa Gilkendî ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, karê bazirganiyê li bazara Hewlêrê kiriye, birayekî wî bi navê Muhemmed Kerîm di Şoreşa Eylûlê Şehîd bûne.
XebatnameDi sala 1991ê de peywendî bi rêzên şoreşê dike û çek hildide, li cem Şehîd Samî dibe Pêşmerge, di 11ê adara 1991ê de raperîna xelkê bajarê Hewlêrê, hêzeke rejîma Beis li taxa Xatûnawe bûye û Hêzên Pêşmerge rûbirûyî wan bûne, di dema êrîşkirina ser molgeha rejîma Beis de Fexredîn Kerîm û hivdeh hevsengerên din hatine girtin, li heman Xatûnawe ligel Cewher Bapîr û kurên Mela Xalid bi zindî hatine gulebarankirin û Şehîd hatine kirin, beşê din ê hevsengerên wan ku hatibûn girtin bo Pirdê hatine veguhestin û li wir hatine gulebarankirin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




