Fethûlla Hesen Elî, nasnav bi Seyîd Fethûlla Kakeyî, sala 1945an li gundê Topzawa yê qezaya Daqûqê li parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, li komelgeha Seryas li Pawe niştecî bûye, paşê bo bajarê Lîqwanê yê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat hatiye raguhastin. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê, di 19ê tîrmeha 2004an de koça dawî kiriye. 

Sala 1958an peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Kurdistanê kiriye, sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, heman salê di Liqa 3yê Kerkûkê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de pileya endamê lijneya navçeya Daqûqê wergirtiye. Sala 1965an pileya endamê liqê di Liqa 3yê Kerkûkê de wergirtiye.

Sala (1961-1970) beşdarî şerên navçeya Germiyan û Kerkûkê bûye, sala 1970yî piştî rêkeftinnameya 11ê adarê, Seyîd Fethûlla Kakeyî hatiye kirin serokê sendîkaya cotkarên Çemçemal, sala 1973yî pileya fermandeyê hêzên Pêşmergeyên Kerkûkê wergirtiye.

Sala 1974an piştî ku hikûmeta Îraqê şerê dijî Hêzên Pêşmerge dest pê kir, Seyîd Fethûlla Kakeyî li navçeya Helebceyê beşdarî şerê dijî hikûmetê bûye, sala 1977an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, di 4ê çiriya pêşîn a 1979an de wek endamê Kongre beşdarî Kongreya nehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, piştî kongreyê pileya kargêr û berpirsiyarê beşa rêkxistina Liqa 3yê Kerkûkê wergirtiye. 

Sala 1980yî beşdarî şerê Germiyanê bûye û di heman şerî de birîndar bûye, sala 1983yî beşdarî şerê gundê Şêx Marînê li navçeya Şarbajêr bûye, sala 1987an beşdarî şerê azadkirina Qeredaxê bûye, herwiha beşdarî şerên Sertik û Tawgozî li navçeya Hewraman bûye, sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê û azadkirina bajarê Silêmanî û Kerkûkê bûye, heman salê hatiye kirin berpirsiyarê mekteba rêkxistina Liqa 3yê Kerkûkê li Derbendîxan. 

Sala 1996an hatiye kirin qeymeqamê Çemçemal û sala 1997an posta cîgirê parêzgarê Kerkûkê wergirtiye. Seyîd Fethûlla Kakeyî beşdarî Kongreya 12an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. 

Di 16ê tebaxa 1996an de di Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî: 

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.