Şehîd Fetah Osman Mîkaîl, sala 1946an li gundê Ergoş ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye.

Sala 1968an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li hêzên Balek bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye, sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye.

Sala 1988an beşdarî şerê Xwakurkê kiriye, di 7ê tebaxa 1988an de di şerê Xwakurkê dijî Artêşa Iraqê Şehîd dibe û termê wî tê veguhastin bo kampên Zêwe yên Rojhilatê Kurdistanê û li goristana gundê Rezge tê veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.