Ferîq Hesen Hisên, di sala 1919 an de li bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û karê cotkariyê kiriye û xêzandar bûye.
Di sala 1968 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Erîf Yasîn ya ser bi hêza Balek de bûye Pêşmerge û beşdariya şerên çiyayê Zozik û Hindirên û Sertîzê de kiriye. Di sala 1974 an de ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Be'es ve li gundê Selman Awa ya nêzîkî bajaroka Diyana şehîd bûye.
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


