Jînenîgarî

Ferhad Elî Reza Umer Sala 1946an li gundê Aşokan a ser bi devera Beranetiya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Di xwendinê de asta seretayî bûye. Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê tevahiya malbata wî awareyê welatê Îranê bûne û heta sala 1991an derfeta vegerê nebûne û li bajarokê Xanê niştecî bûne. Şehîd Ferhad Elî xwediyê pênc birayên şehîd e bi navên şehîd Ekrem Elî Reza sala 1974an, şehîd Eskender Elî Reza sala 1983an, şehîd Tel'et Elî Reza sala 1988an, şehîd Fettah Elî Reza sala 1988an, şehîd Rezaq Elî Reza sala 1988an. Ferhad Elî xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Sehîre Ehmed bûye û xwediyê du kur û du keçan bûye bi navên Rustem, Mihemed, Tûran û Şîlan.

Xebatname

Şehîd Ferhad Elî sala 1964an bûye Pêşmerge li pela Elî Reza ya bavê xwe li Hacî Omeran. Ev pele sala 1961an hatiye damezrandin û rasterast peywendiya wan li gel baregeha Barzanî hebûye û baregeha wan li devera Barzan û Hacî Omeran bûye.

Ferhad Elî sala 1969an li Hacî Omeran di rûbirûbûna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê de fîşek ber bi ranê wî yê rastê ketiye û bi dijwarî birîndar bûye.

Sala 1971ê Ferhad Elî pileya serpelî wergirtiye û li devera Barzan erk dîtiye.

Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê û awarebûna wan li welatê Îranê, şehîd Ferhad Elî û malbata wî çekên xwe dananîne û berdewam bûne li ser xebata çekdarî ya xwe, piştî lidarxistina Kongreya Nehemîn a  Partiya Dêmokrata Kurdistanê sala 1979an û damezrandina Liqa Duyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pela Elî Reza ku şehîd Ferhad Elî serpelê wê bû, kirine mefreze ya partîzanî ya Liqa Duyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şehîd Ferhad Elî kirine fermandeyê wê mefrezeyê û li ser sînorê di navbera Îraq û Îranê de erk dane wan.

Şehîd Ferhad Elî sala 1980yî ji bo cara duyem li devera Xoşnawetî û li damênê çiyayê Sefîn di rûbirûbûna serbazên rejîma Be's de fîşek ber bi milê wî yê çepê ketiye û bi dijwarî birîndar bûye.

Di meha 6ê 1982an de Ferhad Elî û desteyek ji hevsengerên xwe xwestine ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî biçin deşta Qerec û Kendênawê, lê gava gihîştine nêzîkî gundê Qorîtan a ser bi parêzgeha Hewlêrê, ketine kemîna serbaz û caşên rejîma Be's û rûbirûyî wan bûne. Piştî rûbirûbûneke du saetî di encamê de Ferhad Elî û beşek ji hevsengerên wî bi birîndarî hatine girtin, hatine veguhastin bo bajarê Bexdayê û dadgeha Sewre ya Bexdayê cezayê sêdaredana serbazî fîşekbaran ji bo Ferhad Elî û birayekî wî bi navê Eskender Elî Reza û kurxaleke wî bi navê Îsmaîl Ewla Hemed derxistiye.

Di dîroka 1ê kanûna duyem a 1983an de biryara sêdaredanê hatiye cîbicîkirin û Ferhad Elî Reza, Eskender Elî Reza û Îsmaîl Ewla Hemed hatine sêdaredan.

  Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.