Jînenîgarî

Feqê Hesen Mîr Mîrza, sala 1914 li gundê Êdlbê yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1978 bo kampa zorê ya Diyanayê hatine veguhastin, sala 1982 koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 22ê gulanê 1947 de hevaltiya Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Qotolê (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîranê 1947 de li ser çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947 de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947 de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Mistefa Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948 de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949 de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Mistefa Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma Feqê Hesen di meha çiriya paşîn 1951 de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Feqê Hesen di 16ê nîsanê 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1982 li kampa zorê ya Diyanayê, koça dawî kiriye.

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Lîs Ebdulmuhsên Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmehê 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.