Fazil Hemekerîm Rehman Fethulla, sala 1956 li gundê Gulpiyê ser bi nahyeya Xurmalê ji dayik bûye, niştecîyê Xurmalê bûye û xwendekarê qonaxa navendî bûye, sala 1981 Şehîd bûye.
XebatnameŞehîd Fazil Hemekerîm Rehman, sala 1978 peywendî kiriye bi rêkxistina Xurmalê ya Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ser bi Liqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Seîdê Qale Xeyat berpirsiyarê rêkxistinê bûye û erka Fazil Hemekerîm belavkirina beyanname û dirûşmên şoreşê bûye li nav nahyeya Xurmalê û gundên derdora wê.
Sala 1980 bûye Pêşmerge di Hêza Hewraman a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ku di wê demê de Nadir Hewramî fermandeyê hêzê bûye, sala 1981 beşdarî şerê Şeram û şerê Rezle û Parezanê kiriye.
Di 16ê Eylûla 1981ê de di şerê Rezle û Parezanê de li nêzîk nahyeya Nalparêzê ser bi qezaya Pêncwênê, ku êrîşa kirêgirtiyên rejîmê bi hemahengiya leşkerî ya rejîma Beis bû ji bo ser sengerên Hêzên Pêşmerge, Fazil Hemekerîm Rehman bi giranî birîndar bû û bi birîndarî ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve fîşekbaran hatiye kirin û Şehîd bûye, herwiha li gel wî çend hevsengerên wî bi navên Awat Zelmî, Ezîz Hêlampeyî, Umer Sabir, Ebdulrehman Beşaretî, Hemeşerîf Fettah Mistefa, Ebûbekir Ebdulla Hemeseîd û Namîq di wê sengerê de Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




