Şehîd Fêysel Xidir Resûl, Sala 1979 li gundê Basekan ser bi qezaya Sîdekan parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, karê cotyariyê kiriye.
Sala 1997 peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di heman salê de bûye Pêşmerge li Artêşa Sîdekan, di şerên berevanîkirinê li serweriya yasayê li devera Balekayetî û Sîdekan beşdarî kiriye, di roja 29ê çiriya pêşîn a Sala 1997 di şerê berevanîkirinê li serweriya yasayê li çiyayê Spîndar li devera Sîdekan bi destê çekdarên PKK Şehîd bûye.
Çavkanî:1-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




