Şehîd Ezîz Mihemedemîn Rustem Resûl. Di sala 1937an de li gundê Beneslaweyê biçûk ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye, piştî du salan di awareyiyê de vegeriyaye bajarê Hewlêrê û li wir niştecî bûye, xêzandar bûye bi navê Fatime Hemedeemîn û xwediyê çar kur û yek keçê bûye bi navên Welî, Heyder, Xalid, Mewlûd û Leyla.
XebatnameŞehîd Ezîz Mihemedemîn, sala 1963an bûye Pêşmerge li lîqa Hesen Elî Bilbas di batalyona Deşta Hewlêrê ser bi Hêzên Sefîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Sala 1969an Ezîz Mehemedemîn ligel polek Pêşmergeyên hevsenger diçin gundê Bestê Şerxet li Deşta Hewlêrê ji bo bêhnvedanê, lê ligel rojhilatinê hêzeke mezin a serbaz û caşên rejîma Beis dorpêça gund digirin, piştî rûbirûbûnê ligel hêza hikûmetê Ezîz Mihemedemîn û çend hevsengerên wî tên girtin, li girtîgeha emnî ya Hewlêrê heyama yek salê zindanî bûne, piştî derketina beyannameya 11ê adarê û lêborîna giştî hemû tên azadkirin. Sala 1972an careke din çek hildide û dibe Pêşmerge li Hêzên Deşta Hewlêrê heta nesko ya 1975an. Piştî nesko ya şoreşê heyama du salan awareyî welatê Îranê bûye. Sala 1991ê peywendî bi Xalid Ajgeyî kiriye û jê re ragihandiye ku hêzeke ji kur û kesên nêzîkên xwe çêkiriye û amade ye hevsengê Pêşmergeyên Hêzên Sefîn beşdarî raperînê bibe. Di rêkefta 11ê adara 1991ê de çek hildide û hevseng ligel Hêzên Pêşmerge yên Sefîn û Lîjneya Navçeyê ya Şeqlaweyê êrîş dikin ser menzûmeya emnî ya şimalî li bajarê Hewlêrê, piştî rûbirûbûneke dijwar Ezîz Mehemedemîn Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




