Ezîz Mistefa Mistefa naskirî bi Ezîz Melekî, sala 1943an li gundê Melekênê yê ser bi Xelîfanê ya qezaya Soranê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê li gundê Melekênê ku zêdê wî bûye dimîne. Sala 1985an diçe bajarê Hewlêrê û li taxa Teyrawa niştecî bûye, sala 1986an malbata wî rû kirine kampên Şawêysê û li wir niştecî bûne, zewicî bûye û du kur û çar keçên wî hebûne, sala 1991an Şehîd bûne.

Şehîd Ezîz Melekî sala 1962an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîwaya Tancoy Barzanî ser bi batalyona du ya hêza Bêtwatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Beşdarî di şer û dastanên Benî Herîrê, şerên Çiyayê Korêkê, şer û dastanên Rewandizê û hamiyeya Rewandizê, şerê Hacî Omeran kiriye. 

Sala 1978an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li hêza Silêman Bîrêjî dibe Pêşmerge, dûre bûne beşek ji hêzên lijneya navçeya Şeqlaweyê. 

Ezîz Melekî her di destpêkên ji nû ve avakirina şoreşê de pileya fermandeyê mefrezeyê wergirtiye û beşdarî di çend çalakiyên partîzanî yên nav bajarê Hewlêrê de kiriye, herwiha beşdarî di şerê Gerewanê, şerê Dola Alanê, şerên Hîran û Nazenînê, şerên Çiyayê Sefînê, şerê Dola Balîsanê, şerê Binara Benî Herîrê de kiriye. 

Di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê de di sala 1991an de Ezîz Melekî beşdarî azadkirina Şeqlaweyê, Korêyê, Hewlêrê, Pirdê, Kerkûkê bûye.

Di 31ê adara 1991an de piştî vekişîna hêzên Pêşmerge ji bajarê Kerkûkê, Ezîz Melekî û mefrezeyên wî li bazgeha Şawêysê ya bajarê Hewlêrê ketine kemîna serbazî ya rejîma Beis û piştî rûbirûbûneke dijwar li gel hêza Artêşa Iraqê, bi giranî birîndar bûye, hevsengerên wî bo çareserkirinê ew veguhastine Şeqlaweyê û her berî gihîştina bi Şeqlaweyê bi sedema giraniya birîna xwe Şehîd bûne û hevsengerên wî li goristana baregeha hêza topavêj a Şeqlaweyê bi axê spartine.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.