Jînenîgarî

Şehîd Ezîz Hemed Huseyn Yûnis, di sala 1942an de li gundê Smaqulî Serûçaweyê yê ser bi qezaya Koyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, zewicî bûye, hevjîna wî navê wê Sebriye Qadir bûye, xwediyê yek zarokekî bûye bi navê Yasîn.

Xebatname

Şehîd Ezîz Hemed Huseyn Yûnis, sala 1965an bi rêya doktor Xalid bûye kadroyê beşa rêxistina navçeya Şeqlaweyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, her li Dola Smaqulî mijûlî karê rêxistin û çêkirina şaneyên nihênî û komkirina abûneyan û bidestxistina zanyariyan li ser tevgerên serbaz û caşên rejîma Beis bûye.

Sala 1967an ji ber eşkerebûna wî li devera navborî, peywendî bi hêza Sefînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye, bûye Pêşmerge li lîwaya heftan bi fermandeyiya Haşim Bapîr ser bi batalyona sêyê ya Sefînê bi fermandeyiya Resûl Feqê, çalakane beşdarî hemû dastanên Çiyayê Sefîn û Dola Smaqulî bûye.

Sala 1974an baregeha hêzeke caşan li Sorkî Sûsê li devera Smaqulî bûye, lewma ji hêza Sefînê desteyekê hildibijêrin ku biçin û êrîş bikin ser wê hêza caşan, Ezîz Hemed yek ji Pêşmergeyên wê desteyê bûye û rûbirûyê wê hêzê bûne, piştî şerekî çend demjimêran fîşek bi Ezîz Hemed ketiye û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.