Ewnî Ebdulrehman Hesen, di sala 1952an de li gundê Stûnî, girêdayî nahiyeya Şêrwanê Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bû. Di sala 1958an de li gundê Ergoşê dest bi xwendina qonaxa seretayî kir.
Di sala 1967an de tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû û di heman salê de li tabûra Erîf Yasin a hêza Balekê dibe Pêşmerge û beşdarî çendîn şeran dibe. Di sala 1974an de li Çiyayê Gorez şehîd bû. Li goristana Pîrefatê li devera Barzanê hat veşartin.
Çavkanî:Arşîva desteya Ensklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





