Şehîd Encumen Yar Ehmed Efrasiyaw, Pêşmergeyê şoreşên Eylûlê û Gulanê, di şerê Ehmed Awa yê sala 1983an de Şehîd bûne.
Encumen Yar Ehmed Efrasiyaw di sala Sala 1955 li gundê Zerdehal ê ser bi nahiyeya Biyare ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundî bû, tenê qonaxa seretayî derbas kiriye, di sala 1974an de tevlî Hêzên Pêşmerge bû li cem (Ekber Heyder Xanqînî) di serbazgeha çaremîn a ser bi fujê heftemîn Biyare di hêzên Xebat ên Partiya Demokrat a Kurdistanê de, di nava refên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê de li deverên Mêrgesor û Rewandiz û Bêxal têkoşiyaye.
Di meha Mijdara 1981ê de careke din tevlî Hêzên Pêşmerge bû di nava hêzên Hewramanê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê de bi fermandeyê Nadir Hewramî, û nêzîkî yê dawî bû û ferman ji wî werdigirtin.
Di sala 1983an de beşdarî şerê Ehmed Awa bû, li wir di encama birîndarbûna bi guleyekê de dema ku rûbirûyê artêşa rejîma Be's bû, Şehîd bûne, herwiha du ji hevalên wî yên Pêşmerge bi wî re Şehîd bûne ku ew in: Reûf Hejîcî û Seyîd Kemal.
Çavkanî:Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


