Emîn Husên Mihemed Mehmûd, sala 1957an li gundê Bawe Koçekî yê ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Di meha kanûna yekem a 1976an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li Hêzên Hewraman bi fermandeyiya Nadir Hewramî di çend çalakiyên Pêşmerge de beşdarî kiriye, sala 1978an di dema encamdana çalakiyekê li bajarê Helebceyê bi giranî birîndar bûye.
Sala 1978an ligel du hevsengerên xwe ku yek ji wan birayê wî bi xwe bûye, ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî diçin deşta Şarezûrê, piştî encamdana çalakiyê ketine kemîna kirêgirtiyên (caş) hikûmeta Iraqê û piştî rûbirûbûnê bi wan re tên girtin û tên veguhestin bo girtîgeha bajarê Mûsilê, piştî salekê ji zîndanîkirina wan sala 1979an hatine sêdaredan.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


