Di sala 1931an de têkiliya xwe bi hêzên Pêşmerge yên Şoreşa yekem a Barzanê (1931- 1932) di bin rêberiya Şêx Ehmedê Barzanî de danî û bû Pêşmerge; di 3yê Nîsana 1932an de yek ji wan Pêşmergeyan bû ku beşdarî şerê Dolavajî bû.

Di sala 1943an de têkiliya xwe bi hêzên Pêşmerge yên Şoreşa duyemîn a Barzanê (1943-1945) danî û bû Pêşmerge. Di sala 1945an de, piştî têkçûna Şoreşê, çû Rojhilatê Kurdistanê û beşdarî Komara Demokratîk a Kurdistanê bû; di hêza Barzanê de bû Pêşmerge û beşdarî şerên Nexedê û Şinoyê bû. Di 25ê Adara 1947an de li eniya Şinoyê şehîd bû.

Çavkaniyên:

1- Arşîva beşa Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.