Şehîd Elî Kakê Bira Heyder, sala 1931ê li gundê Nemełî ser bi nahiyeya Erebet a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê ajeldarî û cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Xêzandar bûye û xwediyê yek keçê bûye. 

Sala 1968an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, di lîwaya duyem a batalyona 3yî ya Sûrdaşî ya Hêzên Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, sala 1969an beşdarî şerê çiyayê Ezmerê bûye û tê de fîşek li lingê wî yê rastê ketiye û lingê wî şikestiye, piştî wergirtina çareseriyê, bo bêhnvedanê çûye mala xwe li gundê Nemeł. Ji aliyê ewlehiya rejîma wê demê ya Îraqê li Erebet hatiye girtin û veguhastine girtîgeha bajarê Kerkûkê, piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî Elî Kakê Bira hatiye azadkirin. 

Sala 1974an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye di lîwaya duyem ser bi batalyona Şehîd Dilşad a Hêzên Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.

Di 1ê çiriya paşîn a 1974an de li sengerê berevaniya Hêzên Pêşmerge li Kêwe Reş a çiyayê Zozik rûbirûyê êrîşa serbazî ya wê demê ya Îraqê bûne û Elî Kakê Bira Şehîd bûye, ji aliyê hevsengerên xwe ve termê wî vediguhêzin devera Hewramanê û li goristana nahiyeya Biyareyê bi axê spartine. 

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.