Şehîd Elî Hemze Resûl Mehmûd, sala 1948 li gundê Hewareberze ser bi qezaya Dûkan li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye.
Sala 1966 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, sala 1975 piştî nesko ya şoreşê awareyê welatê Îranê bûye, sala 1976 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, sala 1991 piştî raperîna Başûrê Kurdistanê, careke din peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1994 li Fewca 2ê Lîwaya 70ê li Artêşa 6ê Soran bûye Pêşmerge, di şerên devera Balekayetî beşdarî kiriye, di roja 16ê tîrmeha 1997an de di şerê parastina serweriya yasayê de, li bajarokê Qesrê ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




