Elyas Mistefa Las Huseyn Di sala 1957an de li gundê Gerewanê ser bi qezaya Rewandizê ji dayik bûye, niştecihê gund bûye û mijûlî kasibiya nava bazara Rewandizê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye.
XebatnameŞehîd Elyas Mistefa di sala 1983an de bûye Pêşmerge di batalyona 12 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, ku di wê demê de xalê Seyîd Kake Fermandeyê batalyonê bûye.
Di sala 1984an de li Dola Akoyanê ya nêzîkî Rewandizê di rûbirûbûna bi caşên rejîma Beis de bi giranî birîndar bûye, ji bo çareserkirina birîna xwe heyama çar mehan şandine welatê Îranê.
Di sala 1986an de ligel komek ji hevsengerên xwe rûbirûyê leşkerên rejîma Beis bûne li dergehê Rewandizê, di encamê de Elyas Mistefa û hevsengerekî wî bi navê Sebahê Reş Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




