Elî Xazî Îsmaîl, sala 1924an li gundê Têlî ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1991an li Hewlêrê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 22yê gulana 1947an de yaverya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dor hatibû girtin, danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xorak û poşak û hatûçoyê wek dîlê şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê dabeş kirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an veguhastine bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêr meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê gotine.
Piştî muameleya xirab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de dabeş kirin û li kêlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn name ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrêvskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an diçe bajarê Vrêvskî li Sovyetê.
Di sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an ligel hevalên xwe bi keştiya Gurziya bi rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1991an li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- dezgeha çap û belavkirina Aras- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya wezareta rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- belavkiriyên akademiyaya Kurdî- çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
7- Karwan Muhemmed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûyîna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya rewşenbîriyê- 1997z).
9- Lîs Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- dar el-Reşîd lîn-neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok- çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





