Şehîd Elî Pîro Hacî, sala 1972an li gundê Kolît a ser bi qezaya Sîdekanê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, mijûlî karê cotyariyê bûye.
Sala 1991ê piştî raperîna Başûrê Kurdistanê, peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1995an di artêşa 6 a Soranê de bûye Pêşmerge, heman salê hatiye veguhestin bo hêza 64 di artêşa Sîdekanê de, di hemû şerên bergirîkirin li serweriya yasayê de li devera Balekayetî û Sîdekanê beşdarî kiriye, di roja 10ê Kanûna Pêşîn a 1995an de, li gundê Lêtan a ser bi qezaya Sîdekanê di şerê bergirîkirin li serweriya yasayê de bi destê çekdarên PKKê Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




