Elî Mihemed Mehmûd Xal Hemze, bi navê Elî Hemede Goj tê naskirin, sala 1927 li qezaya Mêrgesor ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye, derçûyê peymangeha çandiniyê bûye li Yekîtiya Sovyetê, sala 1959 piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê li fermangeha çandiniyê ya bajarê Silêmaniyê dibe fermanber.
Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, ji bo cara duyem awareyê Îranê dibe û li bajarê Kaşanê niştecih dibe û dibe mamoste li yek ji dibistanên bajarê Kaşanê.
Di roja 15ê tîrmeha 1985an de bi sedema nexweşiya şêrpenceyê, koça dawî dike û li goristana bajarê Şino bi xak hatiye spartin.
Xebatname11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya Hêzên Pêşmergeyên Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerên berevaniyê yên li Rojhilatê Kurdistanê bûye heta di dîroka 19ê nîsana 1947an de li ser sînorê Îran-Îraqê xwe radest nekiriye û li gel jeneral Mistefa Barzanî bûye. Jeneral Mistefa Barzanî di dîroka 15ê adara 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çerçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma Elî Mihemed Mehmûd di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Elî Mihemed Mehmûd di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê li gel destpêka şoreşa mezin a Eylûlê bi mal û zarok ve vedigere Mêrgesor û beşdarî şoreşa mezin bi rêberiya Barzanî dike, li devera Badînan beşdarî di şerên Zawîte û ser Akrê û ew sînoran dike.
Sala 1963an di tevahiya şerên navbera devera Barzan û Rewandizê de kiriye, sala (1963-1965) ji ber azayetiya xwe û qaremaniya xwe li batalyona Hesen Xal Hemze, hatiye kirin Serleq, beşdarî di şerên Zozik û Gerûyê Omeraxa û şerên din kiriye.
Sala 1980an vedigere Rojhilatê Kurdistanê û peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike, beşdarî çalakî û şeran dibe.
Serçave:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necaf Qulî Pesyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, wergêranî Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîfî destey înskilopîday Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
13- Çawpêkewtin legel xêzanî, lelayen Sefer Jawkî, qezay Soran, 12y Ayarî 2019.





