Şehîd Ehmed Husên Ebdullah di sala 1943an de li gundê Balekiyanê yê ser bi bajarokê Diyana yê parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir, xwenda bû,  zewicî bû.

Di sala 1961ê de tevlî Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1970î de di Betalyona Hemîd Efendî ya Hêza Balekê de bûye pêşmerge, di şerên Gelî Elî Beg, Gorez, Sertîz û Gelyê Omer Axa de beşdar bûye, di sala 1974’an de di şerê li Gelyê Omer Axa de bi gulleya rejîma Be's şehîd bû.

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.