Şehîd Ehmed Hemede Mîn Ehmed Hemede nasraw bi Ehmed Hacî Doşaw. Di sala 1970ê de li gundê Şêx Wesananê yê ser bi qezaya Şeqlaweyê ji dayik bûye. Bavê Ehmed ku nasraw bi Hacî Doşaw Şêx Wesanî di sala 1998ê de şehîd bûye. Piştî neskoya Şoreşa Gulanê sala 1975ê ligel malbata xwe awareyî welatê Îranê dibin, piştî du salan awareyî vedigerin bo Îraqê, lê dûr dixin bo Başûrê Îraqê, li parêzgeha Semawê niştecî dibin, sala 1979 vegeriyane Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê niştecî bûne.
XebatnameŞehîd Ehmed Hemede Mîn, sala 1983 bûye Pêşmerge li mefrezeya Hacî Doşawê bavê xwe û ser bi lijneya navçeya Şeqlaweyê ya liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê baregeha wan li Dola Xoşnawetiyê bûye.
Piştî vegeriyana wan bo bajarê Hewlêrê û seretaya hilgirsiya Şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz bavê Ehmed dubare peywendî dike bi şoreşê ve û bi wê hoyê dubare vedigerin gundê Şêx Wesanan, di sala 1984ê de bi sedema gîçelên dijminên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi taybet hêza Yekîtiyê li gundê Şêx Wesan bi neçarî diçin bo Deşta Herîrê û li wir niştecî dibin, sala 1985 piştî kuştina Tofîq Herîrî û têkçûna barûdoxê navçeyê, mala xwe vediguhêzin navenda qezaya Şeqlaweyê û li wir niştecî dibin.
Di rêkewta 15ê mijdara 1986ê de şehîd Ehmed Hacî Doşaw tê veguhastin bo ser hêza Barzan, li Deşta Berazgirê ya devera Bradostê erka Pêşmergatiyê dibîne, Ehmed Hacî Doşaw sala 1988 beşdarî dastana Xwakurkê dike, lê zû piştî çend saetan di rûbirûbûn û pêkdadana ligel serbazên rejîma Beisê fîşekek bi serê wî dikeve û şehîd dibe, hevalên wî li çiyayê Xwakurkê bi xakê spartine.
Çavkanî:Arşîvî desteyê însîklopîdiyay Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





