Jînenîgarî

Ehlakere M Muhemmed Ezîz Ezîz di sala 1947 li nahiya Xurmal a ser bi parêzgeha Helebce ji dayik bûye, nişteciyê Xurmal bû û serqalî karê cotyarî û kasibiya bazara Xurmal bûye, Ehlakere M Muhemmed xwedî malbat bûye û hevjîna wî navê Xawer Muhemmed bûye û xwedî yek keç bûye bi navê Dilgîr, di sala 1969 Şehîd bûne.

Xebatname

Şehîd Ehlakere M Muhemmed Ezîz di sala 1964 peywendî kiriye bi rêkxistinên rêkxistina Xurmal a ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebce ya lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Seîdê Qaleyê Xeyat berpirsiyarê rêkxistinê bûye.

Di sala 1966 Ehlakere M Muhemmed bi rêya rêkxistina Xurmalê hatiye şandin bo çiya û li (Qeweya Derwe) li cem Şehîd Menûçer Begê Ênaxî bûye Pêşmerge, Qeweya Derwe çend hêzên xweriskî yên civakî bûn ku di bin navê (Qeweya Derwe) ser bi hêza xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûn, ew hêzane pêkhatibûn ji hêza Husên Begê Wekîlî Ciwanro, hêza Menûçer Begê Ênaxî, hêza Qayer Beg û hêza Usmanê Elî Çetûn.

Di sala 1969 Celaliyan (Kolwane Sur) bi hevkariya hêzeke mezin a serbazî ya rejîma wê demê ya Îraq, êrîşeke fireh kiribûn ser sengerên Pêşmerge li devera deşta Şarezûr, Helebce û Hewraman. Ehlakere M Muhemmed û Hevsengerên wî li sengerê Ebebeylê rûbirûyê Kolwane Suran bûne û di encamê de Ehlakere M Muhemmed û Hevsengerêkî bi navê Kemal Elî Nadir bi dijwarî birîndar bûne, bi birîndarî ketine destê yek ji Kolwane Suran bi navê Muhemmed Kuêxa Kerîm û bi birîndarî li pey debabeyê kişandine heta nav senterê bajarê Helebce, piştre li ber çavê xelkê nav bazara Helebce fîşekbaran kirine, piştî Şehîdkirina wan çend sivikayetiyên bi ceste jî kirine.

Çavkanî:

Arşîfa Desteya Ensîklopîdiya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.