Ebûbekir Mihemed-Emîn Soyhem, bi navê (Ebû) tê naskirin, di sala 1929an de li gundê Feqiyan a Dola Akoyan a qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye, xwediyê kur bûye. Di roja 10ê gulana 1966an de hatiye şehîdkirin.
Di sala 1961ê de bi hilgirsiya Şoreşa Eylûlê, dibe hêza piştgiriya milî li gundê Feqiyan û dûre jî li cem fermande Mihemed Ziyad Feqiyan ê birayê xwe dibe Pêşmerge. Beşdarî piraniya şerên çiyayê Kurêk û Darehişk û wan şerên ku li Dola Akoyan rûdane, bûye.
Di roja 10ê gulana 1966an de, li çiyayê Kurêk, li Darehişk, li sînorê gundê Feqiyan a qezaya Rewandiz, piştî şerekî dijwar birîndar dibe, dûre bi birîndarî êrîşî ser rebaya dijmin dike û şehîd dibe û rejîma Be's termê wî tîne qezaya Rewandiz û li goristana kevn a Gerde Gerdî ya Rewandizê tê veşartin.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




