Jînenîgarî

Ebdulrehîm Ebdulhemîd Fetah Fetah naskirî bi Hacî Ebdulrehîmê Zemnakoyî di sala 1923ê de li gundê Zemnakoyê yê ser bi nahiyeya Sîrwanê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye, navê hevjîna wî Sureya Elî û navê kurên wî Hesen, Husên û Mihemed û navê keçên wî Exter û Xanme.

Xebatname

Ebdulrehîm Ebdulhemîd Fetah Fetah di sala 1963ê de bûye Pêşmerge li pela Elî Şerîf a ser bi Lqa Sê bi fermandariya Celal Laweranî ya ser bi batalyona pêncan a Zemnakoyê ya hêza Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanêyê, beşdarî şerê Zemnakoyê û şerê Hacî Omeran û şerê Derbendîxanê kiriye, di berwarî 5ê Tîrmeha 1963ê de piştî temambûna şerê Derbendîxanê, Hacî Ebdulrehîmê Zemnakoyî û çend hevsengerên wî bi navên Ehmed Osman, Hememîn Mehmûd, Mamol Ezîz û Mihemed Arif du Pêşmergeyên birîndar bi navê Elî Şamer û Fetah Mehmûd vediguhêzin ji bo çareserkirinê, li nêzîkî gundê Zemnakoyê li Mileya Talgê firokeya rejîmê bombebaran dike û ji bilî Mihemed Arif hemû Şehîd dibin û termên wan li Mileya Talgê bi xakê dispêrin

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.