Şehîd Ebdulqadir Reşîd Mîrza, sala 1978an li qezaya Sîdekanê ji dayik bû, heta qonaxa seretayî xwend û zewicî bû.

Di sala 1991an de bi rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê re têkiliyê danî. Di sala 1996an de li Artêşa Sîdekanê bû Pêşmerge û beşdarî hemû şerên parastina serweriya qanûnê li herêma Sîdekanê kir. Di 18ê Hezîrana sala 1998an de li Çiyayê Seqerê, li herêma Sîdekanê, di şerê parastina serweriya qanûnê de ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hat kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Dezgeha Ensîklopediya ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.