Şehîd Ebdullezîz Haco Dirî di sala 1950an de li gundê Dirî Herkî Binecî yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye.
Di sala 1968an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê re kiriye û bûye Pêşmerge, di sala 1976an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kiriye û di mefrezeyên destpêkê yên şoreşê de beşdarî encamdana çalakiyên partîzaniyê bûye. Beşdarî şerê Mêrgesorê, Serê Kewertê, Heyat, Deşta Berazger, Xêrzok, Çiyayê Pîran, Bêrsiyav û Sêlkê yê li dijî Artêşa Iraqê bûye.
Di sala 1987an de li nahiyeya Meznê ya qezaya Mêrgesorê di dema çalakiyeke Hêzên Pêşmerge de Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





