Jînenîgarî

Ebdullah Ziyab Elî, sala 1929 li gundê Zêweyê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryosê wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959an wek fermanber li Kerkûkê hatiye damezrandin, di 2ê kanûna duyem a 2006an de koça dawî kiriye û li goristana gundê Barzan hatiye veşartin.

Xebatname

Ebdullah Ziyab Elî, piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Mılqerenî bûye, piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 25ê adara 1947an de beşdarî şerê Hevris û Helejî bûye.

 Ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye devera Şêrwan û Mizoûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên Serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa Serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa Serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa Serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li Barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine. 

Di sala 1958an de hikûmeta Komarî li Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ebdullah Ziyab Elî, di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Geliyê Zawîte, Dola Nehlê, Dihok, Amêdî, Zaxo, Akrê, Mirîba û Şêxanî bûye, di Şoreşa Eylûlê de cîgirê Fermandeyê hêza yek bûye.

 Sala 1962an beşdarî şerên Balekayetî, Xoşnawetî û derdora Koyê, Pîrs, Mili Sarijê, Barzan, Cisrê Rêzan û Serê Bêdarînê bûye. Sala 1964an li ser fermana Mela Mistefa Barzanî erka qeymeqamê Ranyeyê bi wî hatiye spartin û li wê deverê birîndar dibe û bo çareseriyê hatiye şandin bo Welatê Îranê.

Ebdullah Ziyab Elî, di 11ê adara 1970an de dibe pasewanê sînor, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo başûrê Îraqê, sala 1982an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û ser qûle bûye, beşdarî şerên Kêleşîn, Hacî Omeranî bûye, sala 1983an wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê, sala 1988an beşdarî dastana Xwakurkê bûye, li ser fermana Serok Barzanî dibe berpirsê veguhastina çek û teqemenî û azûqeyê, sala 1991an vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Derbûtik ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê niştecih dibe, li ser fermana Serok Barzanî dibe berpirsê lijneya Nizarê li navçeya Barzan, dûre li Pîrmam niştecih dibe. 

Serçave:
  1. Têkoşerê nemir Mela Ebdullah Ziyab Zêweyî, kovara Dengê Pêşmerge, organê Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 94, Hewlêr, çapxaneya Aras, kanûna duyem a 2006an.

  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009an.

  3. Serdar Caf, Pêşmergeyê dîrîn Mela Ebdullah Ziyab Elî serbilind im bi wê yekê ku ji zarokatiyê heta niha Pêşmergeyê Barzanî me, kovara Dengê Pêşmerge, organê Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 28, Hewlêr, çapxaneya Aras, 30 nîsana 2000an.

  4. Şeban Elî Şeban, hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  6. Govara Hetaw, hejmar 154, salî şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15 Nîsanî 1959.

  7. Le bîrdarîy fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşinbîrî - 1997z).

  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  9. Necef Qulî Pesyan, le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

  10. Erşîfî destey însîklopîdaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.