Ebdullah Kakela Ebdullah Rehman di sala 1917an de li gundê Qeşkeyê yê ser bi nahyeya Quştepeyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî bûye, xwedî du hevjînan bûye bi navên Amîne Teha û Eyşe Salih, navê kurê wî Mihemed e û navê keçên wî Zara, Eyşe û Fatime ye.
XebatnameEbdullah Kakela Ebdullah Rehman di sala 1966an de bûye Pêşmerge li Lqa Topxaneya Hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Simko Elî serleqê topxaneyê bûye, di sala 1968an de desteyek Pêşmerge ji bo pişkinînê gerîneke meydanî ya çend rojan li derdora gundên nahyeya Teq Teq û Quştepeyê kirine, di berbanga roja 9ê gulana 1968an de li nêzîkî gundê Çemer Zerde yê ser bi nahyeya Quştepeyê firokeyên rejîmê bordûman kirine û Ebdullah Kakela Şehîd bûye û hevsengerên wî li goristana gundê Çemer Zerde ew spartine axê.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




