Şehîd Ebdulla Ezîzxan Muhacir, sala 1951ê li gundê Bolê yê nahiyeya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa şeşem a seretayî xwendiye, xêzandar bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe û li kampa Nelîwan ji bo heyama salekê niştecî dibe, paşê vedigere Îraqê û bo başûrê Îraqê tê dûrxistin, piştî heyamekê vedigere zêdê bav û bapîran, sala 1978an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo kampa zorê ya Diyana tên veguhastin.

Sala 1966an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li gel Ezîzxanê bavê xwe bûye Pêşmerge, di şerên çiyayê Zozik û Hesen Beg û Geroyê Umeraxa û Geroyê Bêşê û çiyayê Gorrez de beşdarî kiriye, sala 1991ê di raperîna gelêrî ya bajarokê Diyana li dijî dezgehên hikûmeta Îraqê beşdarî dike, sala 1992an piştî damezrandina Artêşa Yekgirtû ya Kurdistanê û pêkanîna Lîwaya 33 dibe amir seriye, di şerê li ser xelkê Kurdistanê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê de dibe amir mefreze, di şerên Diyana û Rewandiz û Hacî Omeran û Qesrê û Wertê û Dola Xaneqa beşdarî dike.

Di 27ê Çileya 1995an de di şerê Wertê de bi giranî birîndar dibe, piştî başbûnê di Lîwaya 62 ya Artêşa 6an de dibe muqedem, di 2ê Tebaxa 1995an de di şerê Rewandiz de bi giranî birîndar dibe û Şehîd dibe.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.