Hikûmeta Îraqê ji nîvê meha Kanûna Yekem a 1964an ve ketibû nava hincetgirtin û şerfirotinê, bi hinceta ajawegêriyê şerpeya girtin û azar-dana xelkê bajar û bajarokên Kurdistanê dest pê kiribû, di heman demê de liv û tevgera artêşê hebû, di destpêka sala 1965an de peywendiya di navbera serkirdatiya şoreşa Kurd û hikûmetê de ber bi têkçûn û alozîyê ve diçû, heta pêşhatan nîşan didan ku Ebdulselam Arif di cîbicîkirina bendên agirbesta Sibata 1964an û sozên xwe de ber bi paşvekişandinê ve diçû û di hewla bidestxistina hincetekê de bû ji bo vêxistina şer, dikare ji bo piştrastkirina vê yekê em amaje bi gotina rojnamevanekî biyanî bikin ku mehek piştî agirbesta navborî serdana Kurdistanê kiriye, wekî ku bi xwe dibêje: "Ji bilî kavilkarî û wêraniyê tiştekî din nedîtiye" herwiha dibêje: "Hemû gundên li kêleka rê û cadeyên sereke yên Silêmaniyê hatibûn bordûmankirin û bi napalmê hatibûn şewitandin û bibûn ax û xwelî û di heyama pênc mehan de 3000 gund wêran bûn.
Partiya Dêmokrata Kurdistanê Bi mebesta xuyakirina nerazîbûna cemawerê Kurdistanê û bi boneya derbasbûna salekê bi ser agirbestê de banga mangirtineke giştî li Kurdistanê kir, tevî ku mangirtin li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê serkeftineke berçav bi dest xist. Lê ev hewldan tu encamekê bi xwe re neanî, di dawiya meha Adara 1965an de careke din Artêşa Iraqê agirê şer li ser Kurdistanê sepand, di wê baweriyê de bûn ku bi sedema perçebûna partî û şoreşa Kurdistanê ji aliyê siyasî û leşkerî ve, demeke guncaw e ji bo sepandina şer ku şansê serkeftina wan zêdetir dike.
Hikûmeta Îraqê plan hebû Çiyayê Sefîn ji destê hêzên Pêşmerge derxe, ji ber ku bi girtina wî çiyayî metirsiya li ser rêya giştî ya Hewlêr – Rewandiz nemîne ku her tim hêzên wan li ser wê rêyê dikevin kemîna hêzên Pêşmerge, ji aliyekî din ve dibû sedema dûrxistina hêza Pêşmerge ji Deşta Hewlêrê ku niştecihên vê deştê roleke karîger hebû di dabînkirina xurek û pêdiviyên Pêşmerge de, divê ev jî bê gotin ku rêya di navbera Hewlêr – Şeqlawe dirêj dibe ber bi Rewandizê ve, ku rêya sereke ya baregeha Spîlik û baregeha (Hamiyê) ya Rewandiz û bi dehan polîsxaneyên din e, ku pêwîst e metirsiyên li ser dûr bixe, ji ber vê yekê Artêşa Iraqê bi mebesta nemana van metirsiyan amadekariyeke temam kir ji bo êrîşkirina ser çiya û pêkanîna armancên xwe, Artêşa Iraqê hejmareke zêde ji yekîneyên artêşê yên fîrqeya du li navçeyê kom kirin, di nav wan de lîwaya 1, lîwaya 14, lîwaya 15 û lîwaya 20 û 9. Cihê balkişandinê ye girtina Çiyayê Sefîn û dûrxistina çalakiyên Pêşmerge ewqas mebest bû ji aliyê berpirsên leşkerî yên hikûmetê ve, kar gihîşt wê astê ku bi xwe Serokkomar Ebdulselam Arif were Şeqlawe û ji nêzîk ve serdana bereyên şer bike..
Bi sedema rêxistinên partiyê di nava Artêşa Iraqê de agahiyên derbarê wan liv û tevgerên leşkerî digihîşt berpirsên Pêşmerge, ligel wê nûçeya hatina nêzîkî 30000 caşên bi kirêgirtî yên navçeya Soran û Badînan hebû, şerê Sefîn şerekî mezin bû, bereyeke berfireh li navçeya Koye ber bi derbendê Gome Span û Sefîn û navçeya Şeqlawe û ber bi Çiyayê Hewrê û Zînetir girtibû. Li hemberî wê hêzên şoreşger ên Kurdistanê li Çiyayê Sefîn pêk hatibûn ji nêzîkî 1000 Pêşmergeyên hêza Sefîn û 300 Pêşmergeyên hêza Deşta Hewlêrê û hêza Bêtwate. Şayê behsê ye hinek ji yekîneyên leşkerî yên şerker ên welatê Misirê jî ku li derdora Bexdayê hatibûn niştecîkirin, hatin anîn û beşdarî vî şerî bûn.
Li hemberî vê hêza zêde ya Artêşa Iraqê, vî deverî parastina xwe dabû ser milê hêza Sefîn, ku hêza Sefîn pêk hatibû ji serkirdê giştî yê bere Reşîd Sindî, fermandeyê hêz Mûlazim Tahir Elî Walî ku baregeha wî li bajarokê Hîran bû, batalyona yek bi fermandeyê Wahîd Kuêxa Ezîz, batalyona du bi fermandeyê Mela Xerîb, batalyona sê bi fermandeyê Mam Birahîm Kako, batalyona Deşta Hewlêrê bi fermandeyê Faris Bawe. Hemû van hêzan li ser çar mihweran dabeş bibûn ku mihwerê yekem li gundê Ziyaret, mihwerê duwem li Sermeydan, mihwerê sêyem li Serê Reş û mihwerê çarem li Hûjran bû.
Yekem êrîşa Artêşa Iraqê şeva 12 li ser 13ê Nîsana 1965an dest pê kir, ku karîn Kepkê Sor bigirin û piştre ji bo heyama 8 rojan bi berdewamî li hemû bereyên Artêşa Iraqê topbarana Çiyayê Sefîn dikir, mezintirîn êrîşa wan ji bo ser Çiyayê Sefîn di 21ê Nîsana 1965an de li bereya Derbendê Gomespan û Ziyaret dest pê kir, di heman demê de Artêşa Iraqê bi mebesta zêdetir zext xistin ser bereyê û rêgirtin li alîkariya hêza Pêşmerge ji bereyên din bo sînorê hêza Sefîn, di wan êrîşên Artêşa Iraqê de bo ser Çiyayê Sefîn, nekarî pêşveçûnê bi dest bîne û bi çendîn cure çek û teqemenî û firoke û tank û zirêpoşan tê de bi kar anî, tevî vê yekê rastî şikesteke mezin hat, van şikestan hikûmet neçar kir ku çav li nûvekirina plan û pilanên xwe yên berê bigerîne, ji bo vê mebestê tiştekî nû dahênan ew jî bi dayîna xelat (pere) li hember girtina her lûtke û bilindahî û qopkeke çiyayî, nirxê wê li gorî zehmetî û girîngiya stratejî ya cihê dihat diyarkirin, bo nimûne di vî şerî de serokcaş Zêro Herkî wek peymankar bi hikûmetê re li hev kiribû bi bihayê 20000 dînar Çiyayê Sefîn ji Pêşmerge werbigire, herwiha di vî şerî de Seîd Teha Zêbarî li hev kiribû li hember 10000 dînar Qopkê Gerote bigire ku cihê zehmet û stratejî bû li Çiyayê Sefîn, her çend ev plana hikûmetê bandor li ser dirêjkişandina şer hebû, lê di dawiyê de çarenivîsa herduyan kuştin bû.
Berdewamiya êrîş û pelamardan û topbaran û bombekirina sengerên Pêşmerge ligel caşên bi kirêgirtî û guhertina plana Artêşa Iraqê li hemberî wê barûdoxa giştî ya Pêşmerge şepirze bibû ji aliyê çek û teqemenî û ziyanên canî û rewşa xirab a tenduristiya birîndaran, herwiha bi sedema zehmetiya çiya gihîştina alîkariya pêdiviyên Pêşmerge ji xwarin û teqemenî û keresteyên pizîşkî bo veguhastinê ne hêsan bû, ev yek bûbû sedem ku man û bergirîkirin li çiya zehmet be, lewma fermandeyên Pêşmerge ji bo heyamekê biryara paşekişandinê dan.
Di tevahiya van şerên Çiyayê Sefîn de ziyanên Artêşa Iraqê 154 kuştî û 348 birîndar û 32 dîl bûn, ziyanên hêza şoreşger a Kurdistanê canjidestdana 22 Pêşmerge û birîndarbûna 86 Pêşmerge bûn.
Bi şêweyekî giştî şerê Çiyayê Sefîn şerekî girîng e, ji ber ku dirêjtirîn şer e di dîroka şerên Şoreşa Eylûlê da, ku ji 12ê nîsanê heta 17ê tîrmehê di sala 1965an de dirêj kir û bo dema 95 rojan berdewam bû, Artêşa Iraqê her cure çekên bejahî û asmanî bi kar anî, ku xwe di pêşketîtirîn çekên serdemê de didît, hejmara Pêşmergeyan di eniya şer de ji hezar Pêşmergeyî zêdetir bû, lê hejmara artêş û cihan digihîşt 40000, rast e artêşa şoreşger a Kurdistanê ji ber wî şerê neyeksan çiyayê Sefînê ji dest da, lê di hinek demên şer de kêmkirina zirar û ziyan û hejmara qurbaniyan an paşekişekirin wek serkeftin tê hejmartin.
Çavkanî:
1- Şiwan Mihemedemîn Teha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963 – 1970, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2016, r. 190.
2- Chris Kutschera, Kurd di sedsala nozde û bîstan de, w: Heme Kerîm Arif, çapa çarem, Xaneya Çap û Belavkirinê ya Awêr, 2007, r. 319.
3- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Îlonê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012, r. 179.
4- Mihemed Mela Qadir, Serbirde – Kurteyek di bîranînan de, belavkirina Aras, Hewlêr, 2009, r. 37.
5- Ismet Şerîf Wanlî, Kurdistan Iraq hewiyye weteniye (dirase fi sewret 1961), t: Suad Mihemed Xidir, Matbe'e Şivan, Silêmanî, 2012, s. 353 – 354.
6- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, çapa sêyem, Çapxaneya Hacî Haşim, Hewlêr, 2015, r. 143 – 144.





