Çiyayê Gorêz li rojavayê bajarê Soran û bakurê bajarê Rewandizê ye, Geliyê Elî Beg ji çiyayê Korêk vediqetîne ku rêya Hamilton bi navê wê re derbas dibe, di rojanên Şoreşa Eylûlê de girîngiyeke taybet hebû ji bo her hêzeke ku desthilata wê bi ser de gihîştibe, sala 1974 dema ku hikûmeta Îraqê şer dest pê kir, niyeta wê hebû ku bi rêya Gorêz êrîş bike û dest bi ser deşta Diyana de bigire, ji wir jî êrîşî çiyayê Zozik û Hesen Beg û Sertîz û Gerûyê Bêşê bike.

Wekî ku hatiye amajekirin hêzên wan di destpêka salê de vekişiyabûn bo Gorêz û Korêk û Xelîfan, lewra serkirdatiya şoreşê biryar da ku dest bi ser zincîre çiyayê Gorêz de bigire û hêzên artêşa Îraqê ji wî cihî derxe û nehêle li wê xalê de pêşrewiyê bike. Di 18ê nîsana 1974an de Hêzên Pêşmerge li Diyana xwe amade kirin, şev bi otomobîlan hatin veguhastin bo gundê Balekiyan li beşa bakurê binariya çiyayê Gorêz, heman şevê serkirdeyên Pêşmerge civiyan ji bo danîna plana êrîşê, diyar e berê baregeha lîwayeke leşkerî ya artêşa Îraqê li wî gundî hebû, lê di wan rojan de hatibû veguhastin bo navçeya Spîlik li rojavayê bajarokê Xelîfan.  

Li gorî plana êrîşê roja din rebayên ser çiyayê Gorêz ji aliyê topxaneya şoreşê ve bi fermandariya Halî Topçî hatin bordûmankirin, piştî topbaranê Pêşmerge xwe nêzîkî xalên leşkerî yên artêşa Îraqê kirin, lê ji ber mînrijkirina derdora rebayan destpêkê nekarîn êrîşê pêk bînin, belkî bîr li vekirina rêreweke bi navçeya mînrijkirî de kirin ji bo ku di vê rêrewê de xwe bigihînin cihê mebest, ji bo vê jî bi rêya Pêşmergeyekî şareza di rakirin û pûçkirina mîn û teqemeniyan de ku di vî warî de meşq û rahênan dîtibû ji aliyê şoreşê ve û bi hevkariya Pêşmergeyekî din karîn bi ser vê astengiyê de jî zal bibin û rêrewê vekin, paşê Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Hecî Bêroxî fermandeyê batalyonê êrîşî ser rebayên artêşa Îraqê dest pê kirin, piştî şerekî germ karîn dest bi ser hemû rebayan de bigirin tenê yek rebaye nebû, di vê êrîşa Pêşmerge de sê Şehîd û 13 birîndar hebûn.

Piştî nêzîkî mehekê serkirdatiya şoreşê biryar da ku pêwîst e dest bi ser wê rebayê de jî bê girtin, destpêkê topxaneya şoreşê topbaraneke xest a rebayê dest pê kir, di heman şevê de Pêşmerge bi plan û taktîkeke guncaw a şer bi fermandariya Hecî Bêroxî û Cadir Gûyzî û Ezîzxan Muhacir êrîşî ser rebayê pêk anî û di demeke kurt de çûn navê û dest bi ser de girtin, gelek ji wan leşkerên ku di rebayê de bûn hatin kuştin û yên din jî reviyan, di vê êrîşê de Pêşmerge ti ziyanek nedît, lê artêşa Îraqê ziyaneke mezin dît ku nêzîkî laşê 40 leşkerên kuştî li meydana şer de hiştin. 

Piştî nozdeh rojan ji destbiserdagirtina rebayên çiyayê Gorêz ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, hikûmeta Îraqê êrîşeke ji bo girtina wan rebayan bi hêza bi kirêgirtiyan (caş) pêk anî, piştî şerekî germ Pêşmerge di hinek rebayan de paşekêşî kirin, lê ji ber bihanawêçûna hêza piştevanî rewşa şer hat guhertin û bi qazanca Pêşmerge bi dawî bû êrîşa caşan hat têkşikandin û hejmarek laşên wan li meydana şer de hiştin.

Hêzên Pêşmerge ji bo petokirin û qayimkirina sengeran û selametiya giyanê Pêşmergeyan li tevahiya wê zincîre çiyayê rabûn bi lêdana xendeq û çalên baş ku serê wan bi dar û jemelon û çil û berd girtin, ew taktîka Hêzên Pêşmerge bandoreke mezin hebû li ser parêzrahiya wan.

Piştî demekê artêşa Îraqê di şeveke de bi hêzeke mezin êrîşeke mezin anî ser Gorêz bi wê armancê ku dest bi ser çiyayê de bigire û ji wir ve pêşrewiyên xwe dirêj bike, helmeta artêşa Îraqê bo ser sengerên Pêşmerge pir bi çirûpirî dest pê kir, Pêşmerge jî di bergiriyê de berdewam bû, lê topxaneya şoreşê roleke bandor dît di piştevanîkirina Pêşmerge û mandûkirina artêşa Îraqê ku heta berbêyan şer berdewam bû. Di encamê de êrîşa artêşa Îraqê vê carê jî hat têkşikandin û serketî nebû, ku nêzîkî 100 heta 120 kuştî li meydana şer de hiştin, ev jî piştrast dike ku artêşa Îraqê çendîn car hewl da ji çiyayê Gorêz ve pêşrewî bike û bigihîje deşta Diyana. 

Di 8ê eylûla 1974an de careke din artêşa Îraqê êrîşeke berbelav ji du qolan ve dest pê kir bo ser çiyayê Gorêz û Korêk, lê serketî nebû hat têkşikandin û vegeriya paş û ziyaneke mezin dît ku zêdetir ji 400 kuştî jê ket laşên wan li meydana şer de hiştin. Êdî Hêzên Pêşmerge li çiyayê Gorêz ma heta piştî wê êrîşa ku artêşa Îraqê li serê çiyayê Korêk bi planeke leşkerî ya serketî bi palpiştiya tank di 19ê eylûlê de pêk anî û karî dest bi ser binariya Korêk û Rewandizê de bigire, Pêşmerge jî çiyayê Gorêz hişt û vekişiya bo piştî Diyana ji bo danîna hêleke din a bergiriyê.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa duyem, çapa yekem, Hewlêr 2004.

2- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek li xizmet Barzanî da ... Hecî Bêroxî, berga yekem, çapa duyem, 2020.

3- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.

4- Dîmane: Qadir Hesen Sîtkanî Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê 31/12/2022.

5- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.