Ji bo destdanîn ser wî çiyayî jî, Barzanî rêberê şoreşê şêwir û gotûbêj ligel fermandeyên Pêşmerge Reîs Bekir û Muqedem Ezîz Akreyî û Hacî Bêroxî û Mehmûd Kawanî û Şakir Beg Oxzbeg Zerneyî û Rehman Şêx Wesanî ligel Mîrke Axa Xeylanî kir, ji bo danîna nexşe û plana êrîşkirinê bo ser rebayên ser çiyayê. Bi vê yekê ku ev çiya xalekî giring ê ser nexşeya Kurdistanê bû ku li ser deşta Hewlêrê dinêrî û cihêkî stratejîk bû ku deverên Hewlêrê û Xoşnawetiyê û Soran û Balekayetiyê bi hev ve girêdida, herwiha derwazeyeke peywendiyê bû bo navçeyên Pişder û Bêtwên û Silêmaniyê, lewma hikûmetê her tim hewl dida ku destê xwe bighîne ser navçeyê, ku baweriya wê ew bû eger Çiyayê Sefînê ji dest bide, dibe gef û metirsiyeke mezin li ser devera Balekayetiyê ku melbendê serkirdatiya şoreşê bû.

Hêza Pêşmerge ji bo encamdana êrîşê û cîbicîkirina plana girtina Çiyayê Sefînê çend xalên wan li bal giring bûn ku helmeta bo bibin, wek rebayên Kanî Şîlane heta Kanî Gûz, ligel destpêkirina helketina ser rebayan saet 5ê berbanga 23ê Tebaxa 1962an di maweyekî pir kêm de hêza Pêşmerge karî dest deyne ser Kanî Şîlane û Kanî Gûz û Bane Nok û gundê Xoran, herwiha karîn ziyaneke mezin bi Artêşa Iraqê bigihînin ku pêk hatibû ji kuştina 52 serbazan ku laşê piraniya wan li meydana şer de man û ketin ber destê Pêşmerge, rojên dûv re ji bo wergirtina laşê kuştiyên xwe bi rêya kesayetî û melayên ayînî yên navçeyê hewl didan.

Di vî şerê Çiyayê Sefînê de ku yekem destana Pêşmerge bû di destpêka Şoreşa Îlonê de, sê Pêşmerge Şehîd bûn û sêyên din jî birîndar bûn.

Piştî destdanîna ser Çiyayê Sefînê, deste û qolên Pêşmerge li derdora çiyayê dest bi tevger û gerê kirin ji bo lêdana zerbên din li hikûmeta Îraqê û encamdana çalakiyên Pêşmergane yên din û destdanîn ser binke û rebayên artêş û polîs û çekdarên kirêgirtî (caş), ew bû piştî wergirtina razîbûna serkirdatiya şoreşê, hêza Pêşmerge mebesta girtina binkeya polîsê Gomaspanê kir û dorpêça çardewra qişleyê dan, diyar e fermandeyan her ji seretayê ve xwesteka wan ew bû şer bê xwînrijandin bi dawî bibe û ziyana giyanî bi ti aliyekî negihê, ew polîsên ku li jûrewê penah girtibûn xwe radestî hêza Pêşmerge bikin, ji bo vê jî muxtarê gundiyan raspartin ku serdana polîsxaneyê bike û di vî barî de ligel wan biaxive.

Lê belê barûdox çend rojan kişand, bi sedema ku dorpêçê sê rojan berdewamî hebû bi vê yekê ku di çaverêya wê de bûn ku xwe bi destê xwe bidin, wisa diyar bû polîsan bi fermandeyiya Eref Feyzî biryar dabûn bergiriyê bikin û xwe bi destê xwe nedin, ligel wê yekê jî di peywendiyê de bûn ligel serûyên xwe heta bi hawara wan ve biçin, lewma di wê maweyê de Artêşa Iraqê du caran hewl da û êrîş anî ser navçeyê ji bo ku dorpêça ser qişleyê bişkîne û polîsan rizgar bikin, lê hewlên wan bê sûd bûn û ser neketin çimkî her carê êrîşa wan ji aliyê hêza Pêşmerge ve dihat berpirsandin û têk diçû, bi vê yekê ku Pêşmerge peyman dabû ku ew binkeya polîs bi her nirxekî be destê xwe deyne ser.

Artêşa Iraqê ji bo cara sêyem jî xwe taqî kir û xwest planeke fêl-amêz bigire ber ku pişta hêza Pêşmerge bigirin û ji wir ve xwe bighînin binkeya polîs û dorpêçê bişkînin, lê hêza Pêşmerge pir bi hişyarî karîn wê fêl û taktîka vê carê ya Artêşa Iraqê pûç bikin û ji pişta wan ve teqeyê li wan bikin û pîlana wan hilweşînin û li navçeyê wan bişopînin.

Wekî diyar bû her diçû barûdoxê polîsan jî ber bi şipirzeyiyê ve diçû, ji bo roja sêyem ku ji bihawar-ve-hatina Artêşa Iraqê bêhêvî bûn, vê carê xwestin xwe derbaz bikin û di tariya şevê de sûd werbigirin, lê Pêşmerge derk bi vê jî kir lewma zêdetir li qişleyê nêzîk bûn û dorpêça xwe tundtir kirin, ligel daketina tariya şevê polîsan deriyê qişleyê vekirin û rêz girtin xwestin ji qişleyê derkevin û xwe derbaz bikin, di wê satê de Pêşmergan destrêja guleyan li wan kirin, ligel wê yekê ku yek ji polîsan birîndar bû, yên din hemûyan destên xwe bilind kirin û xwe dan bi destê Pêşmerge, paşê Pêşmergan kontrola qişleyê kirin û çûn nav binkeya polîs û dest danîn ser tevahiya çek û cebilxane û hemû ew kelûpelên ku di binkeyê de hebûn.

Di wî şerê girtina qişleya binkeya polîsê Gomaspanê de ev fermandeyên serbazî beşdar bûn ku pêk hatibûn ji Reşîd Bêşûnî û Fikrî Bêroxî, herwiha serqolên Ehmed Mistê Kanîelincî û Mela Emîn Hostanî.             

Êdî seranserê devera Xoşnawetiyê ket bin desthilatdariya şoreşê û ew rêkxistin û karên ku li Badînan û Bradost û Balekayetiyê hatin encamdan di rûyê rêkxistin û partîtiyê û damezrandina binke û baregehên Pêşmerge li wir jî bi heman şêweyî birêve çû, Barzanî ji bo birêvebirina karûbarên şoreşê û navçeyê berpirsiyariya Xoşnawetiyê bi Bekir Ebdulkerîm spart û Mehmûd Kawanî jî wek alîkar destnîşan kir, ji vir ve Xoşnawetî bû yek ji qelayên zehmet ên şoreşê di bin siya helwesta nişteciyên navçeyê, di asta şoreşgerî û bexşîn û dilsozî û alîkariya wan de, lê temenê kesayetiya navçeyê û fermandeyê azayê Pêşmerge Mehmûd Kawanî hinde nekêşa ket ber bordûmana firokeyan û bi xestî birîndar bû, piştî çend rojan ji veguhastina wî bo nexweşxaneya şoreşê li Bêtwateyê, ji ber zehmetiya birîna xwe di 1ê Îlona sala 1962an de malavayî li şoreş û niştiman kir.           

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, çapa yekem 2004.

2- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.

3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hacî Bêroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.

4- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Îlonê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

5- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka Şoreşa Îlonê de, çapa yekem, Hewlêr, 2007.